Li kampa Holê tunelek hate dîtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro li kampa Holê di hundirê konekî de tunelek dît.

Li kampa Holê tunelek hate dîtin
17 hezîran, 2022   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji ajansa me re diyar kir ku îro li hundirê konekî yê li beşa ‘Muhacîrat’ a kampa Holê de tunelek dîtiye.

Di demên dawîn de metirsî hene ku çete li kampa Holê êrişên mîna yên li ser girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a Hesekê bikin.

Kampa Holê ji xeternaktirîn kampên li cîhanê ye û bi hezaran çete û malbatên wan ên ji welatên cuda lê hene. Li kampê gelek sûcên qetilkirina penaberên iraqî û koçberên sûrî pêk tê.

(eh)

ANHA