Mihemed Bin Selman 22’yê Hezîranê serdana Tirkiyê dike

Ji dema kuştina rojnamevanê ji Erebistana Siûdî Cemal Xaşiqcî li Stenbolê ve, cara ewilî ye rayedarekî Siûdiyê serdana Tirkiyê dike. Mihemed Bin Selman di 22’yê Hezîranê de dê serdana Tirkiyê bike.

Mihemed Bin Selman 22’yê Hezîranê serdana Tirkiyê dike
17 hezîran, 2022   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP’ê mîrzayê welîahd ê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman 22’yê Hezîranê serdana Tirkiyê dike.

Ji dema kuştina rojnameger Cemal Xaşiqcî di 2018’an de, ev serdana yekemîn a Bin Selman a ji Stenbolê re ye.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan dawiya Nîsana borî serdana Erebistana Siûdî kiribû û bi Mihemed Bin Selman re civiyabû.