Ciwanên Kobanê li dijî gef û êrişan daketin qadan

Li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi armanca piştgiriya gerîlayên HPG`ê, bi sedan ciwanên PYD`ê li herêma Firatê daketin qadan.

Ciwanên Kobanê li dijî gef û êrişan daketin qadan
16 hezîran, 2022   10:50
KOBANÊ

Beşdaran di xwepêşandana li Qada Jina Azad a Kobanê de, pankartên "Bijî berxwedana gerîla", "Na ji xiyaneta PDK`ê re" û "Di sala serkeftinê de werin cenga azadiyê" rakirin.

Li wir bi navê Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Nezhe Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser çiyayên Kurdistanê û gefên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Şoreşa gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şoreşa xelasiya ji bindestî û zilmê ye. Di heman demê de li ser bingeha fikrên rêber Abdullah Ocalan dest pê kiriye."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di demên dawîn de artêşa Tirk êrişên li ser herêmên pêkhateya Kurd lê dimînin, zêde kirine, ev jî isbat dike ku dewleta Tirk a dagirker di siyaseta xwe ya destpot a li hemberî gelê herêmê de bi bin ketiye.

Di daxuyaniyê de bang li tevahiya gelê herêmê hate kirin ku li hemberî siyaseta dewleta faşîst bê deng nemînin, ji ber ku vîna gelan ji hemû sîstem û rejîman xurttir e.

Dûre xwepêşandêr ber bi kolanên bajarê Kobanê ve çûn û xwepêşandan li Qada Şehîd Egîd a li Kobanê bi dawî bû.

(eh)

ANHA