​​​​​​​DAIŞ’ê erebeya hêzên hikumeta Şamê kir hedef; kuştî û birîndar hene

Di çend saetên berê de çeteyên DAIŞ’ê li nêzî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li Herêma 55’an erebeyeke leşkerên hikumeta Şamê kir hedef, di encamê de 9 leşker hatin kuştin û birîndarkirin.

​​​​​​​DAIŞ’ê erebeya hêzên hikumeta Şamê kir hedef; kuştî û birîndar hene
16 hezîran, 2022   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku di çend saetên borî de çeteyên DAIŞ’ê erebeyeke hêzên hikumeta Şamê li çolistana nêzî nuqteyên li derdora Herêma 55’an kir hedef. Di encamê de 3 leşker hatin kuştin û 6 leşker hatin birîndarkirin, lê ji ber birîndariya giran dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

Bi wê re, li gorî belgekirina SOHR’ê bîlançoya kuştiyan di êrişên leşkerî yên li çolistanê de ji destpêka îsal ve bû 221 û wiha ne; 112 ji çeteyên DAIŞ’ê yên di encama êrişên hewayî yên Rûsyayê de hatin kuştin. Ew DAIŞ’î li herêmên beyara Humis, Siwêda, Hema, Dêrazor, Reqa, Helebê hatin kuştin. Li kêleka wê jî 106 endamên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê di 43 êrişên DAIŞ’ê yên li herêmên cuda yên beyarê de hatin kuştin. Bi kemîn, êrişên çekdarî û teqemeniyan li rojavayê Firatê, beyara Dêrazor, Reqa, Humis, Siwêda, Hema û Helebê hatin kuştin. Her wiha welatiyek di encama êrişên DAIŞ’ê de hate kuştin.

(fr)