​​​​​​​Li Stenbolê gelek endamên HDP’ê hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk serê sibehê li Stenbolê bi ser gelek malan de girt. Rojnamevan û rêveberên HDP’ê jî di nav de gelek kes destgîr kir.

​​​​​​​Li Stenbolê gelek endamên HDP’ê hatin destgîrkirin
16 hezîran, 2022   08:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên dewleta Tirk a dagiker serê sibehê li bajarê Stenbol ê Tirkiyê bi ser gelek malan de girt.

Di serdegirtinan de rojnameger Salîha Aras a xebatkara kovara Demokratîk Modernîteyê, rêveberên bajêr û navçeyan ên HDP’ê û gelek kesên din hatin destgîrkirin.

Sedema destgîrkirinê nehate zanîn û hate diyarkirin dibe ku hinek kesên din jî werin destgîrkirin.

Di serdegirtinan de hevberdevka rêxistinkirina bajêr a HDP’ê Besra Îşsever, hevseroka HDP’a Uskudarê Aysel Ozbey, Erkan Tarim, Mumîn Odabaş, Harûn Bagatûr, Enez Ozdaş, Ercan Ozer û Salîha Aras hatin destgîrkirin.