Şêniyên Girkê Legê: Em ê bi hevgirtina xwe planên qirkirin û dagirkirinê têk bibin

Şêniyên Girgê Legê bi xwepêşandanekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Şêniyên Girkê Legê: Em ê bi hevgirtina xwe planên qirkirin û dagirkirinê têk bibin
15 hezîran, 2022   09:25
QAMIŞLO

Girêdayî bertekên şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan, şêniyên Girkê Legê ya Qamişlo xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandan ji Qada Şehîd Xebat Dêrik dest pê kir û li kolana sereke geriya. Xwepêşandêran diruşmên şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk û tecrîda li ser rêber Ocalan berz kirin.

Li naverasta navçeyê xwepêşandan vegerî mîtîngê, li wir endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Girkê Legê Fûad Sedî axivî û wiha got: "Bi israr, vîn û hevgirtina me, em ê tevahî planên dewleta Tirk a dagirker ên qirkirin û dagirkirinê têk bibin."

Fûad Sedî wiha domand: "Divê em pişta xwe bidin parastina cewherî û rêxistinkirina gel bi xwe. Em ê bi hêza xwe li hember êrişên dagirkeriya Tirk bisekin."

Li dawiyê Fûad Sedî got dewleta Tirk bi rêya êrişê li ser herêmê, dixwaze ji nû ve DAIŞ’ê vejîne, mîna çawa li Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê kiriye.

Xwepêşandan bi diruşmên silavkirina berxwedana QSD’ê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk bi dawî bû.

(fr)

ANHA