Berpirsekî rûsî: Tu lihevkirineke Rûsya û Tirkiyê li ser Ukrayna û Sûriyê tune ye

Nûnerê taybet ê serokê Rûsya li Sûriyê Alexander Lavrentiev got, "Çareserkirina Sûriyê hîna li gorî Rûsya tevî operasyîna leşkerî ya taybet li Ukrayna, karê pêşîn e", her wiha da zanîn ku tu lihevkirin di navbera Rûsya û dewleta Tirk de li ser Ukrayna û Sûriyê de tune ye.

Berpirsekî rûsî: Tu lihevkirineke Rûsya û Tirkiyê li ser Ukrayna û Sûriyê tune ye
15 hezîran, 2022   09:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Alexander Lavrentiev di daxuyaniyên xwe yên ji rojnameyan re got: "Gelek dibêjin ku operasyona leşkerî ya Rûsya li Ukrayna girîngiya Rûsya bi Sûriyê lawaz kir. Dewletên Ewropa dixwazin rewşa Sûriyê li gorî xwe dibînin. Tu girêbestek di navbera Rûsya û dewleta Tirk de li ser Ukrayna û Sûriyê tune ye. Em piştgiriya hevalbendên xwe yên li herêmê bernadin. Ez dixwazim bibêjim ku şerê li Sûriyê û çareserî hîna di xebaatên pêşîn yên siyaseta derve ya Rûsya de ne."

Alexander Lavrentiev diyar kir ku dema hatiye ku mekanîzmeya alîkarîdayîna Sûriyê temam bikin û ev tişt anî ziman: "Niha piranî der barê berdewamkirina xebata mekanîzmeya alîkariya di sînor re metirsîdar in. Rêveçûna biryara 2585’an di 10’ê Tîrmehê de bi dawî dibe. Heta niha jî me tu pêşketinek ji aliyê rojava ve di aliyê lawazkirina sîstema cezayan de nabînin. Ev mekanîzme bi awayekî demkî hate avakirin. Dibe ku dem hatiye ku civata navneteweyî alîkgariyan bi rêya qanûnî û bi rêya Şamê derbasî xaka Sûriyê bike."

Girêdayî lidarxistina civîna bê ya komîteya destûrê ya sûrî Alexander Lavrentiev eşkere kir ku Rûsya dibîne ku pêwîst e cihekî nû were dîtin, ji ber Cinêvê yekalîbûna xwe ji dest da.

Li ser "operasyoneke leşkerî ya nû ya Tirkiyê" li bakurê Sûriyê Alexander Lavrentiev got: "Ew gaveke bê fikirandin e, dê bi wê re nakokiyên li welat zêde bibin."

Li gorî Alexander Lavrentiev dê Rûsya di civînên Nûr Sultan de ji dewleta Tirk re bixweze ku vê gavê pêk neyne.