​​​​​​​Balafireke bêmirov û biçek a Tirk Meclîsa Gel a Sinûnê bombebaran kir-HATE NÛKIRIN

Balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê bombebaran kir. Di encama êrişê de birîndar hene.

​​​​​​​Balafireke bêmirov û biçek a Tirk Meclîsa Gel a Sinûnê bombebaran kir-HATE NÛKIRIN
15 hezîran, 2022   08:47

Di van saetan de êrişeke hewayî li dijî avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê ya ser bi Şengalê pêk hat. Êriş di dema qelebalixiya gel a li nava avahiyê û derdora wê de pêk hat.

Li gorî agahiyên destpêkê yên çavkaniyan ji cihê bûyerê, ji derveyî welatiyên ku li nava avahiyê, dukandar û welatiyên li nêzî cihê bûyerê jî bandor bûne. Her wiha hate gotin, di encama êrişê de birîndar hene, lê heya niha nayê zanîn kes jiyana xwe ji dest daye yan na.

Piştî bûyerê xelkê herêmê berê xwe dan avahiyê û dest bi rizgarkirina birîndar û kesên ji êrişê bandor bûne kirin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hBrmQkJIZWg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>