​​​​​​​Rûspiyên Dêrazorê: Bicihkirina penaberan dê herêmê ber bi fitneyeke dem dirêj ve bibe

Şêx û rûspiyên eşîrên rojhilatê Dêrazorê nerazîbûn nîşanî projeya dewleta Tirk a dagirker a cihkirina penaberan li herêmên dagirkirî da û gotin, ev proje fitneyek dem dirêj û planeke nû ji bo qutkirina herêmên dagirkirî ye.

​​​​​​​Rûspiyên Dêrazorê: Bicihkirina penaberan dê herêmê ber bi fitneyeke dem dirêj ve bibe
15 hezîran, 2022   04:25
DÊRAZOR- FATIME EL-EBID

Ji destpêka aloziya Sûriye ve û dewleta Tirk bi hinceta çareserkirina aloziyê, destwerdan kir. Lê belê niyeta wê beravajî wê ye. Dewleta Tirk dest bi dagirkirina axên Sûriye kir, şêniyên resen koçber kirin, çete û malbatên wan di malên wan de bi cih kirin.

Di demên dawîn dewleta Tirk bi destkdayîna Qeter û Kiwêtê dest bi avakirina avahiyên mêtîngeriyê kir da ku milyonek penaberên sûrî yên li Tirkiyê li herêmên dagirkirî bi cih bike, di encamê de demografiya herêmê biguhere. Li hemberî vê yekê civata navneteweyî, erebî û hikumeta Şamê bê deng in.

/kr/uploads/files/2022/06/14/195625_-.webp

Têkildarî wê rûspiyê eşîra El-Zayid a bajaroka Hecînê Ayid El-Zayid anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker destwerdana kar û barên Sûriye kir bi hinceta ku ew ê çareser bike, lê belê herêmên Sûriye dagir kirin û hewl dide fitine û perçebûn di nava sûriyan de derxîne.

El-Zayid da zanîn ku armanc ji projeya bicihkirina penaberan ew e ku fitne, perçebûn û nakokiyan di navbera pêkhateyan de çêbike, ev jî dê karesateke mezin bi xwe re bîne ku ne ol, ne wijdan û ne mirovahî qebûl dike.

El-Zayid got, ew projeya bicihkirina penaberan red dikin û rê nadin dewleta Tirk a dagiker ku împeratoriya pêşiyên xwe xwe din li herêmê vejîne.

/kr/uploads/files/2022/06/14/195615_-.webp

Berdevkê eşîrên El-Bû Kemal, Selah Selman destnîşan kir ku herêmê ewleh a ku Erdogan behsê dike, destpêka plana osmanî ye.

El-Selman destîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide ku bi vê projeyê bi hezaran çeteyên xwe li vê axê bi cih bikin, da ku planên xwe pêk bîne û şer nû ji bo berjewndiyên xwe pêk bîne, di vê rewşê de jî binkeftê yekane gelê Sûriye ye.

El-Selman îşaret pê kir ku peymanên veşartî hene da ku aloziya Sûriye bidome û wiha domand: "Dewleta Tirk bi hovîtî û hişmendiya xwe hewl dide şêniyên resen koçber bike, xaka Sûriyê qut bike, di encamê de hegemonî û seweriya xwe li ser xaka Sûriyê ferz bike."

El-Selman destnîşan kir ku projeya bicihkirina bicihkirina sûriyan li herêmên dagirkirî û guhertina demgorafî sûcekî şer in da ku di siberojeke nêzîk an dûr de hegemoniya xwe li ser herêmê ferz bike, mîna Lîwa Îskenderon li van herêman bike.

El-Selman di dawiya axaftina xwe der barê xeteriya bicihkirina penaberan li herêmên dagirkirî de hişyarî da şêniyan û diyar kir ku ev yekê di herêmên ber bi fitneyeke demdirêj bibe û dê encamên wê ne li gorî berjewendiyên sûriyan bin.

(dm)

ANHA