​​​​​​​Ji bo şehîd Heqî Hilinc û Serdar Kobanê merasîmek hate lidarxistin

Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê cenazeyê şehîd Iyad Mihemed (Heqî Hilinc) li Goristana Şehîd Dîcle spart axê. Her wiha di merasîmê de şervanê YPG'ê Serdar Kobanê hate bîranîn.

​​​​​​​Ji bo şehîd Heqî Hilinc û Serdar Kobanê merasîmek hate lidarxistin
​​​​​​​Ji bo şehîd Heqî Hilinc û Serdar Kobanê merasîmek hate lidarxistin
​​​​​​​Ji bo şehîd Heqî Hilinc û Serdar Kobanê merasîmek hate lidarxistin
14 hezîran, 2022   18:44
KOBANÊ

Bi beşdarbûna bi sedan şêniyên Kantona Kobanê, cenazeyê şervanê YPG'ê Iyad Mihemed (Heqî Hilinc) yê dema erka xwe ya  leşkerî li bajarê Dêrazorê pêk dianî şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dicle hate veşartin. Di merasîmê de şervanê YPG'ê Serdar Şêx (Serdar Kobanê) yê di berxwedana Kobanê ya 2014'an li dijî êrişên çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûbû, hat bîranîn.

Merasîm bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Herêma Firatê Bêrîvan Îsmaîl axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Bêrîvan Îsmaîl wiha domand: "Em deyndarên zarokên xwe ne ku îro bêyî bavên xwe dijîn, bavên wan ji bo em bi aştî bijîn canê xwe feda kir. Dewleta Tirk a dagirker baş dizane ku em gelekî têk naçin û teslîmkariyê nas nakin. Ji ber wê jî em dibêjin ku bila nêzî xaka me nebe."

Bêrîvan Îsmaîl di axaftina xwe de bang li şêniyan kir ku li hember xeta îxanetê bisekinin ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nûnertiya wê dike.

Her wiha hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Gêlo Elî ev tişt anî ziman: "Dema bajarê Kobanê ji ber şerê qirkirinê yê çeteyên DAIŞ`ê zehemtî dikşand, şervan dev ji her tiştî berda û li bajarê Kobanê şehîd bû. Di oxira parastina vê xakê de canê xwe feda kir."

Di dawiyê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Cenazeyê şehîd Heqî Hilinc di nava dirûşmeyên “şehîd namirin” de li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê hate veşartin.

(bx)

ANHA