Ciwanên Şoreşger berxwedana gerîla silav kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo piştgiriya berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê şahiyeke li Hesekê li dar xist.

Ciwanên Şoreşger berxwedana gerîla silav kir
Ciwanên Şoreşger berxwedana gerîla silav kir
Ciwanên Şoreşger berxwedana gerîla silav kir
Ciwanên Şoreşger berxwedana gerîla silav kir
Ciwanên Şoreşger berxwedana gerîla silav kir
14 hezîran, 2022   18:23
HESEKÊ

Ji bo xwedîdeketina li berxwedana gerîlayên azadiyê ya li hemberî êrişên qirkirin û dagirkirinê yên dewlet Tirk, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şahiyek li parka Kawa ya li taxa Miftî ya bajarê Hesekê li dar xist. Bi sedan şênî tev li şahiyê bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Cizîrê, Dilbirîn Avaşîn anî ziman ku berxwedana gerîla ya li çiyayan dê êrişan têk bibe û got: "Em jî wek gel û hêz li pişta hêzên xwe bin û em ê heta pêkanîna serkeftinê destekê bidin wan.”

Dilbirîn Avaşîn soz da ku ew ê heta têkbirina dagirkeran piştgiriyê bidin gerîla.

Şahî bi girtina govendê bi dawî bû.

(mh)

ANHA