Tevgera Nifşê Nû tev li tu civînek li ser hilbijartinê nabe

Berdevkê Tevgera Nifşê Nû Hîmdad Şahîn, ragihand ku partiya wan tev li tu civînek taybet li ser hilbijartinê nabin. Her wiha diyar kir tenê daxwaza wan ew e ku komisyonek serbixwe hebe û bê merc hilbijartina Parlementoya Herêmê di dema xwe de were lidarxistin.

Tevgera Nifşê Nû tev li tu civînek li ser hilbijartinê nabe
12 hezîran, 2022   19:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Tevgera Nifşê Nû Hîmdad Şahîn bi daxuyaniyek da; “Em wek Tevgera Nifşê Nû naxwazin tev li tu civînek taybet li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê bibin. Ji ber ku ti pirsgirêk û daxwazek me nîne, tenê tiştek li cem me girîng e ew jî lidarxistina hilbijartinê ye.”

Berdevkê Tevgera Nifşê Nû da zanîn ku li cem wan ya girîng tenê ew e ku komisyonek serbixwe û bê alî hilbijartinê birêve bibe û hilbijartin di dema xwe de were lidarxistin.

Her wiha Hîmdad Şahîn diyarkir pêwîst nake ti hêzek behane ji bo paşxistina hilbijartinê nîşande. Her wiha got, pêwîstî bi ti civînên li ser hilbijartinê nake, dikarin li nav parlementoyê de giftûgo li ser mijarê bikin û biryar bidin.