​​​​​​​Rûspiyên eşîrên Reqayê hişyariya Îskenderoneke nû li herêmên dagirkirî da

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê diyar kirin ku projeya bicihkirina penaberên li herêmên dagirkirî û êrişên dewleta Tirk a dagirker, tevahiya pêkhateyên herêmê dike hedef û gotin, parastina "ewlehiya xwe ya neteweyî" tenê bihane ye lê armanca rastîn avakirina Îskenderoneke nû ye.

​​​​​​​Rûspiyên eşîrên Reqayê hişyariya Îskenderoneke nû li herêmên dagirkirî da
13 hezîran, 2022   01:45
REQA - EHMED ESAF

Bi hevkariya komeleyên îxwanî yên qeterî, kiwêtî û tirkî, li ser xetertirîn projeya mêtingeriyê tê xebitîn ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê gef e. Dewleta Tirk a dagirker ji vê projeyê armanc dike, şêniyên resen ji herêmê koçber bike. Ev yek wek şerekî qirkirina etnîkî li dijî gelên herêmê û Kurdan tê binavkirin. Ji ber piraniya mal û malkên ku avahiyên mêtingeriyê li ser têne avakirin, a Kurdan e. 

Serokê dewleta Tirk a dagirker Erdogan ji dema rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve behsa avakirina "herêma ewle" dike ku bi kûrahiya 30 kîlometreyan di xaka Sûriyê de ye, lê armanca wî ya rastîn; wan herêmên dagirkirî tev li axa welatê xwe bike.

/kr/uploads/files/2022/06/12/190930_-.webp

Di vê çarçoveyê de, rûspiyê êla El-Welde, şêx Yûsf El-Esad wiha anî ziman: "Dewleta Tirk a dagirker bi vê projeya xwe hemû gelên herêmê dike hedef. Armanc wê, berfirehkriina timayên xwe li ser hesabê axa me û gelê Sûriyê ye. Bi taybet şert û mercên ku cîhan tê re derbas dibe û nakokiyên navneteweyî bi kar tîne da ku planên xwe pêk bîne."

Yûsif El-Esad got: "Em wek şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên herêmê, kiryar û sûcên dewleta Tirk a dagirker, wek gefxwarina dagirkirina herêmên nû û guhartina demografiyê, bi tundî şermezar dikin. Dagirkeriya Tirk ne tenê pêkhateyekê dike armanc, ew hemû pêkhateyên herêmê dike hedef. Ev dagirkirineke xeternak e û li ser me hemûyan gef e."

Şêx Yûsif El-Esad wiha domand: "Guhartina demografîk ku dagirkeriya Tirk pêk tîne dagirkirin e û ti carî ne li gorî berjewendiya gelê Sûriyê ye mîna ku îdia dike. Ew li ser ewlehî û îstîqrara herêmê xeter e û armanc jî, pêkanîna Îskenderoneke din e."

Tê zanîn ku dewleta Tirk a dagirker di sala 1939'an de herêma Îskenderon piştî planên tirkkirin û guhartina demografiyê, ji Sûriyê birrî.

/kr/uploads/files/2022/06/12/190910_-.webp

Girêdayî mijarê, şêx eşîra El-Ellî, Remedan El-Rehal got: "Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek in, ti cudahî di navbera wan de tine ye û eger çi bibe jî, herêmên me dê vê yekitiyê biparêze."

El-Rehal gotinên xwe wiha domand: "Îdiayên dagirkeriya Tirk a ku Kurd "ewlehiya wê ya neteweyî" dixin bin metirsiyê, şaş in. Ew tenê bihane ne ji bo karibe herêmên dîtir dagir bike û gelê Sûriyê bi giştî bikuje. Gelo topbarankirin tenê Kurdan dike armanc? Gelo koçberkirin tenê Kurdan dike hedef? Na, ew hemû pêkhateyan dike armanc û em ê li hember van îdia û gefan wiha bêdeng nemînin."

El-Rehal teqez kir ku dewleta Tirk a dagirker herêm topbaran dike, dagirker dike û şêniyên wê koçber dike mîna bi serê xelkê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê kiriye û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) herêmên Tirkiyê tobparan nekirine.

Di dawiyê de El-Rehal bang li dewletên ereb, Koalîsyona Navneteweyî kir ku şerê qirkirinê rawestînin ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û rê li pêşiya berfirehbûna osmanî bigirin.

ANHA