‘Ji bo parastina welat em ê hemû bibin şervan‘

Dayik û hevjînên şehîdan got ji bo parastina xaka xwe dê hemû bibin şervan, her wiha hişyarî ji bandora şerê taybet da ku dewleta Tirk a dagirker dimeşîne.

‘Ji bo parastina welat em ê hemû bibin şervan‘
12 hezîran, 2022   23:42
KOBANÊ

Di dema ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dike û gefên dagirkirina herêmên din dixwe, dayikên şehîdan ên Kobanê bang li şêniyan kir ku bi xaka xwe ve girêdayî bin, di heman demê de diyar kir ku ew amade ne di çeperên şer de bi zarokên xwe re li dijî artêşa Tirk a dagirker bisekinin.

'DIVÊ ŞÊNIYÊN ME JI CIWANÊN CÎHANÊ RE BIBIN MÎNAK'

Dayika şehîd Çiya û xwişka şehîd Îbrahîm Yasîn, Emîne Yasîn banga şopandina xeta şehîdan kir û got: "Divê şêniyên me ji ciwanên cîhana tijî kîn re bibin mînak, ronahî û hikmetê ji lehengiya şehîdên me yên ku li cîhanê bûne mînaka fedakariyê, bigirin û şopdarên rêya wan bin."

Dayika Emîne Yasîn wiha domand: "Çima hin kes bi hêsanî dev ji mal û xaka xwe berdidin?. Gelo ji xwîna birayên xwe yên şehîd ku ji bo vê xakê canê xwe feda kir da ku bi aştî bijîn, şerm nakin."

'DIVÊ EM HIŞYAR BIN'

Xanim Elî,  hevjîna, Mistefa Elî yê di komkujiya 25'ê Hezîrana 2015'an de şehîd bû, wiha axivî: "Em ji hemû aliyan ve hatin dorpêçkirin. Divê em hişyar bin. Heger ne wisa be em ê bibin qurbaniyên  rûreşiyê weke ku berê jî bi re çêbû ku di encama wê de bi dehan zarokên me ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn erkdarkirin  ku gelê Kurd tune bikin, şehîd bûn. Ji bo em vê axê biparêzin divê em amade bin û wê ji çarenûseke nenas re nehêlin."

Xanim Elî di axaftina xwe de bang li şêniyên herêmê yên li derveyî welat kir ku vegerin bajarê xwe, bi hevre parastina wê bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo dijmin vê derfetê keysbaz neke, divê vegerin xaka welat beriya ku dem derbas bibe."

 ‘JI BO PARASTINA WELATA EM HEMÛ ŞERVAN IN‘

Helîma Reşo, dayika şehîd Baran Barîn, Barîn Baran û Baran Barîn Botan ye, jî ev tişt anî ziman: "Dijminê me hov e, bê wijdan û mirovahî ye. Armanca wî me tune bike. Em gelekî aştîxwaz in û naxwazin zerarê li kesî bikin. Dema behsa parastina welat tê kirin, em ê hemû bibin şervan û parastina xaka xwe bikin. Her kes bi rêbaza xwe ya taybet parastinê dike. Di vî alî de em xwe dispêrin zarokên xwe û em dizanin ku di şer de ew ê dê dev ji me bernedin."

Helîma Reşo wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em banga mafên xwe di jiyanek aştiyane li ser xaka xwe de dikin. Dixwazin bi rêya sîxurên xwe herêmê ji şêniyên wê vala bikin. Ji ber vê yekê jî divê gelê me hişyar be û dev ji penabertiya ji ser vê axê berde. Îro pêwîstiya vê axê ji her demê zêdetir bi me heye. Tenê lawaz bi penabertiyê difikirin. Zarokên me leheng in û baweriya me bi wan tê."

(bx)

ANHA