Rojnameyên erebî: Dewleta Yasa ji bo jihevxistina 'Partiya Demokrat a Kurdistanê' doz vekir

Rojnameyên erebî yên îro derketine têkildarî aloziya petrolê di navbera hikumeta Fedral a Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê de, civîna komîteya leşkerî ya Lîbyayê (5+5) û kar û barên Lubnanê de nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Dewleta Yasa ji bo jihevxistina 'Partiya Demokrat a Kurdistanê' doz vekir
6 hezîran, 2022   07:08
NAVENDA NÛÇEYAN

JI BER 'ŞERÊ PETROLÊ', DOZA LI PARTIYA DMEOKRAT A KURDISTANÊ HAT VEKIRIN

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya Şerq El-Ewsat nivîsî: “Nakokiyên di navbera Erbîl-Bexdayê de zêde bûn. Duh endamekî Hevbendiya Dewleta Yasa bi rêya parêzera Mihemed Saidî li Dadgeha Fedral ji bo jihevxistina Partiya Demokrat a Kurdisanê yê bi serokatiya Mesûd Barzanî, doz vekir. Doz bi tawana pêkneanîna biryara Dadgeha Fedral a têkildarî dosyaya petrolê, hatiye vekirin.

Ev gav wekî bersivdayîna biyara dadgeha Herêma Kurdistanê-Iraq a roja şemiyê, pêk tê ku tê de gotibûn qanûna petrolê li herêmê hîna di meriyetê de ye. Bi wê yekê biryara ku Dadgeha Fedral a Bilind di Sibatê de têkildarî radestkirina berhemdariyên petrolê, red kir. Dadgehê di biryara xwe de destnîşan kiribû ku qanûna Herêma Kurdistanê ya têkildarî petrolê ne li gorî destûrê ye.

Hinek dibêjin, ruxmî delîlên qanûnî û destûrî hene ku dadgeha Herêma Kurdistanê pê biryara Dadgeha Fedral a Bilind a têkildarî qanûna petrolê li herêmê red kiriye, lê belê ev nayê wateya ku Herêma Kurdistanê biryara Dadgeha Fedral pêk neyne. Ji ber ku Dadgeha Fedral cihê biryardayînê yê herî bilind e û di ser hemû hikum û di çareserkirina nakokiyên destûrî de, di ser biryarên dadgehên herêmî re ye. Nexasim ku têkidarî doza petrolê pirsgirêkên kûr di navbera herêma Kurdisanê û Bexdayê de heye, ku ne tenê girêdayî qanûna petrolê ye, lê belê têkiliya xwe bi doza radestnekirina para herêm ji petrolê (250 hezar bermîl rojane) ji Bexdayê re ya ji beriya salan ve, heye.

TÊKILDARÎ KOMÎTEYA LEŞKERÎ 5+5 CIVÎN TÊ LIDARXISTIN

Rojnameya El-Ereb jî têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsî: “Komîteya Leşkerî ya Hevbeş 5+5 ya Lîbyayê amadekariyên lidarxistina civînekê vê hefteyê li Tûnisê dike. Civîn bi serperştiya aliyên navneteweyê dê pêk were. Ev yek piştî ku nûnerên artêşa Lîbya bi fermandariya Xelîfe Hefter îmaje bi vekişîna ji vê komîteyê ji ber nakokiyên bi Ebdulhemîd El-Debîbe re, pêk tê.”

Endamê komîteyê Mistefa Yehya eşkere kir ku komite amadekariyan dike ku vê hefteyê bi serpereştiya navneteweyî ji bo nîqaşkirina mekanîzmayên pêkanîna bendên peymana leşkerî ya li Cinêvê hatî îmzekirin, civînekê li dar bixe.

Fermandarê leşkerî yê Lîbyayê got, nakokiyên siyasî xebatê komîteyê bi rêjeyeke mezin asteng kir, nexasim têkidarî derxistina çeteyan ji welêt.”

LUBNAN LI PÊŞBERÎ HILBIJARTINA KOMÎTEYÊN PARLAMANTOYÊ YE

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya El-Beyan ev tişt nivîsî: "Ji bo kontrolkirina rewşa siyasî li Lubnanê û li bendemayîna ragihandina koşka komarê ya soza şêwirên parlamentoyê ku dê kesayetekî ji bo avakirina hikumetê erkdar bike, sibê bala her kesî li hilbijartina komîteyên parlamentoyê ye.

Sêşema borî hilbijartinên parlamentoyê pêk hatin, di encamê de Nebîh Berî bû serokê parlmanetoyê û Ilyas Bo Sead bû cîgirê serokê parlamentoyê. Lê sibe encamên parlamentoyê bi dawî dibin û li pêşberî qonaxa herî zehmet e ku mafan wergire da ku hikumetekê ava bike.  Lê di saetên pêş de dê rewşa siyasî li beramberî parlamentoya nû germ bibe.”

(cx,fr)