Şaredariya Şedadê dest bi projeyeke nû ya kanalîzasyonê kir

Şaredariya Gel a herêma başûrê Hesekê dest bi projeya kanalîzasyonê kir, da ku azarên şêniyên bi dawî bike û pirsgirêka xetimandina kanalîzasyonan çareser bike.

Şaredariya Şedadê dest bi projeyeke nû ya kanalîzasyonê kir
6 hezîran, 2022   08:01
HESEKÊ

Ji bo ku zext li ser xeta kanalîzasyonê ya sereke li Şedadê kêm bibe, pirsgirêka ‏xetimandina kenalê were çareserkirin ku golan li taxan çêdikin, her wiha da ku giliyên şêniyên bibersivîne, Şaredariya Gel a Şedadê dest bi projeya kanalîzasyonê kir.

Şaredariya Gel a Şedadê bi çavdêriya beşa teknîkî dest bi projeyê kir. Dê xeteke nû li kêlek xeta berê were rastkirin, da ku taxa bakur ji ya başûrê were cudakirin ku zext li kenala sereke were sivikkirin, her wiha pêşî li xetimandina xetan were girtin ku dibe sedema çêbûna golan li taxan.

‏

Endamê rêvber ê beşa teknîkî ya Şaredariya Gel Emîn Bîlal diyar kir ku xeta  sereke ya kanalîzasyonê ku dihereke ser taxên bakur û başûr têrê nake, ji ber vê pêdivî bi çareyekê hebû û wiha got: "Çare kenaleke din were vekirin û her du tax ji hev werin cudakirin."

Emîn Bîlal destnîşan kir ku werşe rîgara li kolana Mezingefta Mezin bi yekê mezintir diguhere da ku di ber ava kanalîzasyonê û ava baranê re bigihîne. Ji bo ev xebat zû bi dawî bibe û li ser kolana giştî ye, werşe û alava di tevgerê de ne. Tê payîn 10 ev proje bi dawî bibe.

Projeya cudahkirina xetên kanalîzasyonê ya her du taxan, gaveke nû ya Şaredariya Gel a Şedadê ye. Da ku torên kanalîzasyonê li navçeyê sererast bikin. Beriya wê jî li taxa başûrê navçeyê projeyeke bi 600 metre hate bidawîkirin. ‏

(dm)

ANHA