Li Şehba, xwendekarên Paymengeha Şehîd Viyan Amara ezmûna dawî pêşkêş dikin

‎130 xwendekarên Paymengeha Şehîd Viyan Amara, jê 60 xwendekarên derçûnê, îro ‎ezmûnên xwe dest pê kirin û dê heta 23'yê Hezîranê berdewam bikin.‎

Li Şehba, xwendekarên Paymengeha Şehîd Viyan Amara ezmûna dawî pêşkêş dikin
5 hezîran, 2022   11:44
ŞEHBA ‎

‎piştî 130 xwendekaran semînerên beşên ziman û wêjeya kurdî, fîzîk, bîrkarî, kîmya, mamostetî û ‎biyolojî wergirtine, îro ezmûnên xwe yên dawî dest pê kirin.

‎

Têkildarî wê, endamê rêvber ê paymengeha şehîd Viyan Amara, Mihemed Osman ji ajansa me re ‎diyar kir ku tevî êriş, gefaxwarin û topbaranên rojane yên dewleta Tirk li dijî herêmê, lê ‎xwendekarên wan bi moralên bilind derbasî ezmûnan bûn.‎

Mihemed Osman di axaftina xwe de bang li xwendekarên ku bawernameya amedehî girtine, ‎kir ku xwe li paymengehê tomar bikin û got ew amede ne ku wan pêşwaz bikin.

‎

Xwendekara beşa ziman û wêjeya kurdî ya Paymengeha Şehîd Viyan Amara Wîdad Mihemed ‎bang li tevahî xwendekaran kir ku li paymengehê xwe tomar bikin da ku ji dijmin re îsbat bikin ku tevî koçberî û êrişên ‎rojane lê ew bi zimanê xwe ve girêdayî ne û dê asta têkoşînê bilind bikin.‎

Hêjayî gotinê ye ku Paymengeha Şehîd Viyan Amara ya zanistên perwerdeyî dewreya ‎yekemîn li kantona Şehbayê di 2019'an de vekir û jê 43 xwendekar par derçûn.

(dm)

ANHA