Partiya Kesk a Kurdistanê: Dagirkeriya Tirk 3 milyon dar birîn

Partiya Kesk a Kurdistanê da zanîn ku ji ber êrişên dewleta Tirk a li ser herêma Behdînan 3 milyon dar hatine birîn û got, "Em ê milyonek dar li Silêmaniyê û derdora wê biçînin."

Partiya Kesk a Kurdistanê: Dagirkeriya Tirk 3 milyon dar birîn
5 hezîran, 2022   09:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Kesk a Kurdistanê bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê li ofîsa xwe ya Silêmaniyê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Partiya Kesk a Kurdistanê Dana Necmedîn ve hate xwendin.

Partiya Kesk a Kurdistanê ragihand ku ji ber êrişên dewleta Tirk a li ser herêma Behdînan 3 milyon dar wêran bûne û destnîşan kir ku di projeya wan de heye ku milyonek dar li Silêmaniyê û derdora wê biçînin û wiha tê gotin: “Li dijî Tirkiyeyê ku bi awayek gelek hovane û ne mirovane bi plan nêzî 3 milyon dar li herêma Behdînan û Dihokê wêran kiriye gilî li Dadgeha Iraqê û Neteweyên Yekbûyî (NY) hatiye kirin.”

Partiya Kesk a Kurdistanê bang li hemû welatiyên Herêma Kurdistanê kir ku di parastina xweza û jîngeha Kurdistanê alîkariya wan bike.