Dijwar Axa: Bêyî erêkirina navneteweyî Tirkiyê êriş nake, gel wê şoreşa xwe biparêze

Nivîskar û rojnamevan Dijwar Axa da zanîn ku êrişên nû yên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmê ragihandine, bêyî erêkirina DYA`yê û Rûsyayê pêk nayên, ji ber ku berjewendiyên hevbeş di navbera Tirkiyê û NATO`yê de hene, lê ew ê gel li dijî dagirkeriyê li ber xwe bide.

Dijwar Axa: Bêyî erêkirina navneteweyî Tirkiyê êriş nake, gel wê şoreşa xwe biparêze
5 hezîran, 2022   07:45
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED SEMÎR

Piştî serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan 15`ê Nîsana derbasbûyî bi serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya û biryara qirkirina gel ragihand, dest bi êrişên qirkirinê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin.

Piştî Finlanda û Swêd xwestin bibin endamên NATO`yê, careke din Erdogan li ser hesabê gelê Kurd û gelê herêmê xwest sûdê ji wan wergire û li hemberî tevlêbûna wan şert danîn û got divê ji dewleta Tirk tawîz der barê şerkirina Kurd û projeya neteweya demokratîk werin pêşkêşkirin.

Beriya çend rojan serokkomarê dewleta Tirk a dagirker bi îdiaya avakirina "herêma bi ewle" gef li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin. Der barê vê daxuyaniyê de nivîskar û rojnamevan Dijwar Axa anî ziman ku Erdogan li benda erêkirinê ye.

'DEWLETA TIRK BEŞEKE MEZIN JI BAŞÛR DAGIR KIRIYE'

Axa diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê vê carê ne wekî yên berê ne, hemû hovîtî û qirêjiya xwe bi kar tîne. Êdî eşkere rayedarên Tirk dibêjin ew ê bi hevbeşiya hevalbendên xwe yên li Başûrê Kurdistanê êriş dikin.

Axa da zanîn ku zêdetirî 40 baregehên leşkerî û îstixbarata Tirk li Başûr in û bi rastî jî beşeke mezin jê dagir kiriye û dixwaze vîna gelê Kurd bişikîne û destkeftiyên wî têk bibe.

'PERSPEKTÎFÊN XWE JI ERDOGAN WERDIGIRIN'

Nivîskar Dijwar Axa destnîşan kir ku rayedarên PDK`ê dema serdana Tirkiyê dikin wekî karmendan xuya dikin û wiha dewam kir: "Ev di serdana Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî de hate xuyakirin ku Erdogan di nav de rûniştibû û wekî ku her du perspektîfên xwe jê werdigirin, heta ala Başûr jî di vê rûniştinê de tune bû."

'PDK`Ê SÎNORÊN ÎXANETÊ DERBAS KIRIN'

Axa îşaret pê kir ku PDK`ê sînorên îxanetê derbas kirine û dijminatiya gelê Kurd û Tevgera Rizgariya Kurdistanê dike, ev jî pir xeter e, ji ber ku gelê Kurd di vê qonaxê de bi şerê hebûn û nebûnê re rû bi rû ye û wiha axivî: "Tirkiye dixwaze Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)têk bibe, pê re jî vîna Kurdên serî ji dijmin re danaynin, bişikîne."

‛LI HEMBER GELÊ XWEDÎ ÎRADE BI SER NAKEVE’

Nivîskar Dijwar Axa got dewleta Tirk a dagirker ew ê di şerê xwe yê 17`ê Nîsanê ragihandiye de, bi ser nekeve, ji ber ku li hemberî gelekî xwedî îradeyeke xurt in û li ser xak û welatê xwe şer dikin.

'BI ARMANCA QIRKIRINA GELÊ KURD ÇEKÊN KÎMYAWÎ BI KAR TÎNE'

Axa diyar kir ku dema dezgehên ragihandinê yên bi ser  dewleta Tirk a dagirker ve radigihînin ku 3 leşkerên Tirk hatine kuştin, ev tê wateya ku 30 hatin kuştin û rojane bi dehan birîndar û kuştî hene. Dewleta Tirk a dagirker bi armanca qirkirina gelê Kurd û afirandina kurdekî bêîrade, bi dehan car çekên kîmyewî bi kar anî.

'GER VÎNA KURDAN BIŞIKE EW Ê TIRKIYE DI 24 SAETAN BAŞÛR DAGIR BIKE'

Nivîskar û rojnamevan Dijwar Axa da zanîn ku ger dewleta Tirk a dagirker vîna Kurdan têk bibe ew ê di 24 saetan de Başûr dagir bike û wiha axivî: "Ger tu biçî Başûr, tu yê hîs bikî tu li Tirkistanê yî, ji ber ku kargeh û şîrketên wê hemû tirkî ne û pirsgirêk di vir de ye. Tirkiye dixwaze bi hinceta şerê PKK`ê vîna gelê Kurd têk bibe. Lewra divê rayedarên Başûr baş bizanin ku vîna kurdan têk biçe ew ê Tirkiyê di 24 saetan de Başûr dagir bike."

‛HOV IN TU ŞARISTANIYA WAN TUNE YE’

Dijwar Axa îşaret bi komkujiyên artêşa Tirk a dagirer pêk anîne kir û got: "Tirkiye dewleteke qirêj e û li ser komkujî û qirkirinan hatiye avakirin. Mînaka wê jî komkujiya Ermen a 1915 û Sêfo 1925, komkujiya Newala Qesaban, Geliyê Zîlan, Dêrsim, Şoreşa Şêx Seîd, Agir û Ararat. Di encamê de mafên gelê din nas nake û ne xwedî şaristanî ye."

‛JI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ JI BILÎ HÊZÊ DERNAKEVIN’

Nivîskarê Kurd Dijwar Axa bal kişand ser dîroka mêtîngeriyê ya dewleta Tirk û wiha got: "Dewleta Tirk 1974’an kete Qubrisê û jê derneketin. Ji 1983’yan ve jî ketin Başûrê Kurdistanê û dagir kirin, heta niha jê derneketin û dernakevin. Gelek herêmên Sûriyê dagir kirin, lê ji bilî hêzê dernakevin."

‛ARMANCA WAN ASÎMÎLEKIRINA NETEWEYAN E’

Axa da zanîn ku hewldanên guhartinên demografî yên bi rêya siyasetên qirêj hene. Dixwazin şêniyên resen ji herêmên wan vala bikin, mîna li Qubrisê kirine. Qubrisî û yewnanistanî asîmîle kirine. Îrojî neteweyên li Tirkiyê dijîn, tirk dihesibînin.

‛DEWLETA TIRK JI NATO’YÊ RE DEWLETEKE GIRÎNG E’

Axa eşkere kir ku dewleta Tirk ji NATO’yê dewleteke girîng e. Dema tev li NATO’yê bûye li ser sînorê Sovyetê bû. Ji ber wê NATO’yê ji aliyê îstîxbaratî ve sûd jê girt, ji ber ew li sînorên Bulgaria û Roma ye. Sûriye û Iraqê jî destek dida Sovyetê. Tirkiyê weke erdnîgarî cihekî stratejîk û girîng ji NATO’yê re.

Axa destnîşan kir ku dewleta Tirk berê xwe da rojava, her tim hewl dida bi rêya ilmanî tev li YE bibe. xwe spart çanda Ewropa, bi taybet ew dikeve sînorê Rûsya.

‛EFRÎN LI DIJÎ NATO’YÊ LI BER XWE DA, NE DEWLETA TIRK’

Têkildarî êrişên dagirkeriyê li ser Efrînê di 2018’an de ku berxwedana wê 58 rojan berdewam kir, Axa ev tişt got: "NATO di şer de bi awayekî mezin alîkarî da dewleta Tirk. Berxwedana li Efrînê li dijî NATO’yê bû, ne dewleta Tirk. Rûsya weke dewleteke mezin û xwedî nukleera xurt bi awayekî mezin li Ukrayna bi pêş de neçû. Ji ber şerê NATO’yê dike, ne Ukrayna."

‛BÊYÎ ERÊKIRINA DEWLETÊN MEZIN ÊRIŞ NAKE’

Axa da zanîn ku bêyî destekdayîna navneteweyî dewleta Tirk a dagirker êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê nake û wiha got: "Bêyî erêkirina Amerîka, Ewropa û dewletên mezin dewleta Tirk tu êrişeke leşkerî pêk nayne. Ew sînoran datînin."

Axa got berjewendiyên dewletên hegemon bi Tirkiyê re li Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn hene ku rê li pêş Rûsya û Çînê bigirin. Lê armanca dewleta Tirk jî têkbirina doza Kurd e.

‛QUTKIRINA TÊKILIYAN BI KURDAN RE ŞERTÊ TEVLÊBÛNA LI NATO’YÊ YE’

Têkildarî tevlêbûna Finland û Swêd ji NATO’yê re Axa da zanîn ku dewleta Tirk şert danîne ku divê Finland û Swêd têkiliyên xwe bi kurdan re qut bikin heta tev li NATO’yê bibin nîqaşên Erdogan li ser vê yekê ne û ev jî tevlêbûna wan ji NATO’yê re asteng dike.

‛DEMA JI WAN RE ERÊ BIKIN, DÊ ÊRIŞ BIKIN’

Axa diyar kir ku Erdogan mijûlbûna cîhanê bi şerê Rûsya û Ukrayna derfet digire, ev jî rê li pêş Erdogan vedike ku herêmên nû dagir bike û gefên wî jî li ser vê yekê ne û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk got dema amadekariyan bi dawî bikin, ew ê êriş bikin. Anku dema Rûsya û Amerîka erê bikin, ew ê êriş bike."

‛NIKARE ÊRIŞEKE BERFIREH PÊK BÎNE’

Axa bi dûr xist ku dewleta Tirk a dagirker êrişeke berfireh pêk bîne. NY’ê got rewşa Sûriyê ber bi çareseriyê ve diçe, pêwîstî bi êrişeke leşkerî tune ye. Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ewle ye û tê de bi dehan kamp hene û tê de bi hezaran penaber  û koçber hene.

‛WÊ GEL ŞOREŞA XWE BIPARÊZE Û ŞER BIKE’

Nivîskarê Kurd Dijwar Axa di dawiya gotina xwe de wiha got: "Gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne mîna berê ye, nareve. Ev jî dema berê de eşkere bû. Dema çeteyên DAIŞ’ê êrişî girtîgeha Sînaa ya li Hesekê kir, vîna gelê berxwedêr û yê şoreşgerî derket holê. Gel wê şoreşa xwe biparêze û şer bike."

(eh-fr)

ANHA