​​​​​​​Li "herêma ewle ya Erdogan" şerê li ser diziyê û koçberkirina şêniyên resen

Li herêmên dagirkirî yên Sûriyê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de her tim şer, alozî, tevliheviya ewlehî heye ku welatî berdêla wan didin. Li ser vê yekê lêkolînerê sûrî Ehmed El-Dirzî got, rola îstîxbarata Tirkiyê di vî şerî û pevçûnê de heye ku welatiyên resen koçber bike.

​​​​​​​Li "herêma ewle ya Erdogan" şerê li ser diziyê û koçberkirina şêniyên resen
31 gulan, 2022   04:33
NAVENDA NÛÇEYAN-CÛDÎ ÎSMAÎL

Li herêmên Sûriyê yên ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin tevlihevî û alozî heye, ew yek jî dikeve xizmetî ajandeyên dagirkeriyê ku demografiya herêmê biguhere. Êdî şer û pevçûnên di navbera çeteyan û sûcên tundiyê li dijî welatiyan li wan herêman rojane ne. Bi wê re ew herêmê dûrî navlêkirina Erdogan ku "herêma ewle" ye.

Di vê dawiyê de çavkaniyên herêmî ji hundirê Serêkaniyê yê dagirkirî da zanîn ku pevçûneke dijwar di navbera çeteyên "Hereket El-Tehrîr" û "Heyet Saîron" de yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker çêbû, di encamê de kuştî û birîndarên her du aliyan çêbûn.

Çavkanî diyar kir ku piştî çeteyê bi navê Ebû Osman Xerîbe yê "Hereketa El-Tehrîr" bi destê çeteyên "Heyet Saîron" hatin kuştin şer heta derveyî bajêr çû. Ji ber çeteyên Hereket El-Tehrîr bi çekên giran û sivik êrişên nuqteyên çeteyên din kirin.

Li aliyekî din jî li Efrîna dagirkirî jî nakokî di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de hene, her wiha çeteyên "Heyet Saîron" endamên çeteyên "Hereket El-Tehrîr" li ser paşxaneya pevçûnên li Serêkaniyê dîl girtin.

Li herêma Serêkaniyê dem demê di navbera çeteyên dagirkeriya Tirk de têkildarî parvekirina rêyên qaçaqiyê, mal û milkên şêniyên resen ên bi darê zorê koçber bûne, pevçûn hene. Lê civata navneteweyî û hêzên aktîv li herêmê bê deng in.

Di vê mehê de Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) belge kir ku 4 şer û pevçûn li herêmên Sûriyê yên dagirkirî çêbûn, di encamê de 30 kes hatin kuştin û birîndarkirin.

‛BERJEWENDIYÊN ÇETEYAN’

Têkildarî mijarê lêkolînerê sûrî Dr. Ehmed El-Dirzî wiha got: "Heke em bixwazin bûyerên li herêmên di bin kontrola (Artêşa Nîştimanî ya Sûrî) de bizanin, ew yekcar dûrî artêşbûnê ye. Divê em kûr têkevin binyada van rêxistinan. Ev rêxistin di bingeh de xwe spartin hîma civaka sûrî, lê ew ne xwedî nasnameya neteweyî yan jî bawerî ye, heta ne xwedî nasnameya olî ya diyar e jî. Ajoyên wan kontrol dikin ku girêdayî dewleta Tirk bin, ajoyên xwedî berjewendiyên çeteyî ne, ne xwedî berjewendiyên îdeolojî yên bawerî ne."

El-Dirzî piştrast kir ku ev kom li gorî qezenckirinê li herêma ku kontrol dikin bi hev re didin û distînin. Lê girêdana van koman bi tu qanûnên exlaqî heta qanûna giştî re tune ne, ji ber binyada wan çeteyî ye, ne bawerî yan jî îdeolojî yan jî neteweyî ye.

‛ROLA MÎT’A TIRK DI KOÇBERKIRINA ŞÊNIYAN DE’

Têkildarî ajoyên şerê di navbera komên çeteyan de, El-Dirzî behsa rola MÎT’a Tirk di vê yekê de kir û ev tişt got: "Bê guman divê em rola MÎT’a Tirk di gurkirina tevliheviya li van herêman de ji bîr nekin. Ew jî da ku welatiyên resen ên mayî ji van herêman bi dûr kevin û komên din li şûna wan bi cih bikin."

El-Dirzî ev tişt anî ziman "Mijareke din jî ew jî hewldana filitandina ji qanûnê ye. Dema ev komên çete bi hev re şer dikin, dibe ku zextê li hêzên li kêlek wan ku xwediyê resen ên vê xakê bike, parastina hebûn û şêniyên xwe dikin. Ew şer jî dibe sedema tevliheviya li herêmê, bi wê re artêşa Tirk bi rêya van koman destwerdana yekser dike û bi hinceta dîsplînkirina ewlehî û îstîrarê li herêmê xwe nîşan dide, da ku li hember hêzên Rûsya û Sûriyê û hemû hêzên leşkerî yên din bisekine. Da ku wan herêman dagir bike."

‛SÎNARYOYA LÎWA SKENDERON...QUTKIRINA XAKÊ Û AVAKIRINA KEMBEREK JI ALÎGIRAN JI DAGIRKERIYÊ RE’

Çavdêran da zanîn ku zêdebûna şerê di navbera komên çete li herêmên dagirkirî yên Sûriyê de bi armanca tirsandina şêniyên resen, koçberkirina wan û valakirina herêmê ye, da ku Erdogan milyonek penaber li şûna wan bi cih bike.

Di vê dawiyê de serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan projeya bicihkirina milyonek penaberên sûrî li herêmên dagirkirî ragihand. Dê wan penaberan li avahiyên mêtingeriyê ku bi pereyên qeterî û kiwêtî ava dike, bi cih bike.

Armanca projeya Erdogan 13 herêm e, di serî de Ezaz, Cerablus û Bab ên bakurê Helebê, Girê Spî û Serêkaniyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Wê yekê bi hevkariya qaşo meclisên herêmî yên girêdayî çeteyên dagirkeriyê dike, da ku penaberên sûrî li wan herêman bi cih bike. Tevî belgeyên rêxistinên hiqûqî û yên mirovî  ku ew herêm "xeter û ne ewle" ne.

Li ser vê yekê El-Dirzî wiha got: "Bê guman bicihkirina van penaberan li deverên vala pêk nayê, lê belê li deverên ku niştecihên wan ên resen bi dehan sal û belkî bi sedan sal in li van deveran hene. Bajar, gund, xewn, hêvî û bîranînên wan hene û hêviya wan ew e ku li herêmên xwe vegerin. Lê ew digel hebûna çeteyên dewleta Tirk û projeya dagirkeriya Tirk de ewlehî û aramiyê nabînin."

El-Dirzî wiha gotina xwe berdewam kir: "Dê ev yek bihêle şênî ji van herêman derkevin û dest bi guhartina demografî were kirin, ku alîgirên dewleta Tirk lê werin bicihkirin, da ku piştre tev li xaka xwe bike. mîna çawa li Lîwa Skenderon di 1939’an de bûye."

‛REVA JI KRÎZÊN HUNDIRÎN Û PÊKANÎNA XEWNÊN KEVIN’

Der barê ajo û armancên dewleta Tirk ji van siyasetan de El-Dirzî wiha pê de çû: "Piştî rewşa aborî ya Tirkiyê têk çû, Erdogan pirsgirêkên hundirîn derdixe derve. Lê ew, tevî malbata xwe berpirsê kontrola aboriya Tirkiyê ne. Bi wê re mijara bicihkirina penaberên sûrî derket pêş. Ji ber ew yek ji nakokiyên mezin di navbera Erdogan û muxalefeta Tirkiyê de ye ku amadekariya hilbijartinên serokatiyê yên 2023’yan dikin û dê piştre hilbijartinên parlamentoyê çêbibin."

El-Dirzî da zanîn ku Erdogan ji vê yekê gelek armancan pêk tîne. Atmosfêra li hundirê Tirkiyê bi sarkirina şêweyên nijadperestiyê li hember hilweşîna aboriyê li beramber penaberên sûrî sar dike û sedema hilweşîna aboriyê û bêkariyê hildigire ser penaberên sûrî.

Lêkolînerê sûrî Dr. Ehmed El-Dirzî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Mijara din jî parçeyeke mezin ji van sûriyan li cihên ne yên wan ji bo pêkanîna armancên piştî 2023’yan bi cih bike, da ku bibêje beşek mezin ji Mîsaqî Millî ber başûr ve bi zêdetirî 30 kîlo metre pêk anî. Armanca wî heta Hesekê, Kerkûr û herêmên din e. "

(fr)

ANHA