Lêkolînerekî aboriya siyasî: Dibe ku şerê li Ukraynayê dirêj bike

Lêkolînerê aboriya siyasî Ehmed Omer diyar kir ku çiqasî şerê di navbera Rûsiya û rojava de dirêj bike dê Rûsya bêhtir ziyan ji cezayan bibîne û got:" Ev ceza dê aloziyê çareser neke."

Lêkolînerekî aboriya siyasî: Dibe ku şerê li Ukraynayê dirêj bike
29 gulan, 2022   05:57
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Yekitiya Ewropayê hewl da ku qedexeyeke giştî li ser kirîna gaza rûsî ferz bike. Ev yek ji ber êrişa Rûsya li ser Ukraynanê pêk hat, lê heta niha di wê derbarê de negihiştine lihevkirinekê.

Seroka Komseriya Ewropayê Ursula Von Der Leyen ragihand ku Yekitiya Ewropayê amadekariyan dike ku heta dawiya sala 2022'an ew ê kirîna gaza rûsî rawestînin.

Ursula Von Der Leyen di Adara borî de ragihanbû ku ew ê dahata gaza xwezayî ya rûsî di salekê de daxin 2 sêyekan.

DYA`yê jî ragihand ku ew ê heta dawiya îsal qedexeya giştî li ser dahatên neft, gaz û kumira rûsî ferz bikin. Brîtanya biryar da ku dê dahatên petrolê ji Rûsyayê di dawiya vê salê de rawestîne.

Li aliyê din Rûsya hişyarî da ku dê encamên qedexeya li ser hinartina petrolê li ser sûka cîhanî neyînî bin.

Li ser asta cîhanê Rûsya piştî Amerîka û Erebistana Siûdî di hilberandina petrolê de di radeya sêyemîn de ye. Beriya qedexeyê zêdeyî nîvê hinardeyên petrolê yên Rûsyayê ji bo welatên Ewropayê diçûn.

Di vê der barê de ajansa me hevdîtin bi lêkolînerê aboriya siyasî Ehmed Omer re kir ku behsa bandorên cezayên rojavayî, hêza Rûsyayê ku li hember wan cezayan bisekine çi ye, kir

Ehmed Omer got:" Rûsya ne dewleteke biçûk e, Ukrayna jî ji aliyê welatên rojava ve tê destekdayîn, ev şerê dahatan e, ne diyar e dê kî bi ser bikeve, lê xuyaye ku dê şer dirêj bike.

`REHENDÊN BANDORÊN ABORÎ`

Omer bal kişand ser bandora şer li aboriya Rûsyayê û got:" Bilindbûna robil xwezayî ye, ji ber Rûsya di pratîk de pereyên biyanî xerc nake, her wiha ji ber cezayan kelûpelan ji derve nakire, di encam de dolar nayê xerckirin. Di heman demê de dolar bi awayekî zêde digihêje Rûsyayê ji ber firotina neftê û bilindbûna nirxê wê. Pêwîstiyeke derve bi neftê heye, tevgera aborî ya sînordar a Rûsyayê sînordar e, ji ber wê nirxê pereyên Rûsyayê bilind bûye."

Omer diyar kir ku bilindbûna nirxê robil ê dibe ku sûdeke mezin nede Rûsyayê, ji ber ku di piratîk de Rûsya deyn ji derve nabe û got: "Pereyê xurt, nayê wateya başbûna rewşa aborî yan jî hêza aborî, weke tê zanîn heta niha, şer dê dirêj bike û dê bandor li aboriya Rûsyayê bike, her ku şer dirêj bike dê ziyan zêdetir bibe."

Lêkolînerê aboriya siyasî dibîne ku axaftina li ser bandorên cezayên rojava li ser Rûayayê hîna zû ye û ev tişt anî ziman: " Ev ceza dê bandoreke neyînî li Rûsyayê bike, dê asta kirîn û firotina wê sînordar bike, dê bandor li karê hin kompanyayan bike, li gel hewldanên dîtina pergaleke nû ya herêmî û cîhanî bi nêrîneke cuda dê aloziyê çareser neke."

Bandora cezayan piştî 6 mehan diyar dibe, hêza Rûsya heye ku li ber xwe dide, lê ev bi dema şer ve girêdayî ye, her şer dirêj bike hêza Rûsyayê ya mijulbûna bi vê mijarê re kêm bibe û dê kirîzên aborî û civakî çêbike."

`ALTERNATÎFÊN GAZA RÛSÎ JI BO YEKÎTIYA EWROPAYÊ ÇI NE`

Omer der barê alternatîfên gaza rûsî got:" Ewropa hewl dide çavkaniyan zêde bike, lê ev yek dê ne arzan be, dê berdêla wê bi rêya kêmkirina xerckirinê li ser asta hundirîn û pirkirina jêdarên derve, bide. Di encamê de dê nirxê wê biha bibe û dê xerckirin kêm bibe.  Gelek welatên Ewropayê vê qebûl nakin, bi taybet Mecer ku bi temamî xwe dispêre gaza rûsî."

Omer balkişand ser zehmetiya destberdana ji çavkaniyên xwezayî yên Rûsyayê û got:" Moskova yek ji girîngtirîn hilberînerên petrolê ye, nirxê nefta rûsî jî arzan e, ew neftê dide hemû welatên derdorê, ji ber wê, dê zehmet be dest ji gaza Rûsyayê bê berdan, eger Ewropa dest berda jî dê hin welatên hejar nikaribin vê bikin."

(şt)

ANHA