Cenazeyê şehîd Xalid El-Elî li Tebqayê hate veşartin

Şêniyên bajarê Tebqa cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xalid El-Elî bi merasîmekê li goristana şehîdan spart axê.

Cenazeyê şehîd Xalid El-Elî li Tebqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Xalid El-Elî li Tebqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Xalid El-Elî li Tebqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Xalid El-Elî li Tebqayê hate veşartin
28 gulan, 2022   16:39
TEBQA

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê Xalid El-Elî di encama krîz dil de şehîd bû.

Şêniyên Tebqa, endamên Rêveberiya Sivîl, meclisên leşkerî û partiyên siyasî beşdarî merasîma veşartina cenaze yê Xalid El-Elî bûn.

/ar/uploads/files/2022/05/28/161423_abdalhkym-alhsyn.webp

Merasîm  bi rêzgirtin dest pê kir. Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulhekîm El-Hisên sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û wiha axivî: "Şehadet pîroz e û bi nirxe."

El-Hisên wiha domand: "Her roj ku em li ser vê axê dijîn em lehengên ku ji bo parastina axa welatê xwe canê xwe feda dikin, nas dikin. Ciwanên me ji bo axê canê xwe feda dikin û bi sedan amade ne ku bibin şopdarên rêya şehîdan da ku bi azadî û rûmet bijîn."

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê Riyad El-Walî jî soza şopandina rêya şehîdan da û ev tişt got: "Lehengiyên dîrokî bi saya şehîdan hatin nivîsandin. Armanca wan ku zarok, nevî û axa wan bi ewlehî, aramî, azadî û rûmet bijîn."

/ar/uploads/files/2022/05/28/161442_mzlwm-amr.webp

Her wiha Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Tebqa Mezlûm Omer jî soza şopandina rêya şehîdan da û diyar kir ku dê li ber xwe bidin heta ku terorê têkbibin û dê li hember hemû zilm û desthilatdariyê jî şer bikin.

Paşê nasnameya şehîd ji aliyê endama Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Malbatên Şehîdan Hind Xelîl ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiyê de cenazayê şehîd di nava dirûşme û tilîliyan de li goristana şehîdan hate veşartin.

(bx)

ANHA