Meclisa Qanûnsaz tevlîbûna 15 endamên nû erê kir

Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê civîna xwe ya 7'an li dar xist, tevlîbûna 15 endamên nû ji saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî erê kir.

28 gulan, 2022   15:24
QAMIŞLO

Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê civîna xwe ya 7'an a asayî li navçeya Amûdê li dar xist.

Di civînê de hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo û şêwirmenda Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê û Seroka Desteya Jinê ya herêma Cizîrê Cîhan Xelîl, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê û endamên Meclisa Qanûnsaz amade bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre rapora civîna borî ya di 26'ê Adarê de bi zimanên kurdî, erebî û suryanî hat xwendin.

Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Cîhan Xelîl axivî û rewşa siyasî, şerê di navbera Rûsya û Ukrayna û bandorên wê li ser cîhanê nirxand.

Paşê tevlîbûna 15 endamên nû ji bo saziyên civaka sivîl û partiyan hat erêkirin.

Meclisê îstîfaya Mihemed Salih Etiye û Mensûr Silêman El-Mihemed erê kir û ji bo xebata wan ew xelat kirin.

Her wiha Ahîn Siwêd weke cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê û Evîn Paşo weke Seroka Desteya Jinê ya herêma Cizîrê hatin erkdarkirin.

ANHA