​​​​​​​El-Xezelî: Em ê rê nedin dewleta Tirk bostek ji xaka Iraqê dagir bike

Serokê Giştî yê Tevgera Esayip Ehil El Heq, Qeys El-Xezelî got, ew rê nedin ku Tirkiyê bostek ji xaka Iraqê dagir bike.

​​​​​​​El-Xezelî: Em ê rê nedin dewleta Tirk bostek ji xaka Iraqê dagir bike
28 gulan, 2022   15:17
NAVENDA NÛÇEYAN 

Serokê Giştî yê Tevgera Esayip Ehil El Heq Qeys El-Xezelî, di serdana xwe ya ji bo  eşîra Şibil a li Necefê de îşaret bi êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê kir û got: “Ji berê de armancek Tirkiyeyê heye ji bo dagirkirina Herêma Kurdistan, Kerkûk û Musil. Tirkiye van cihan wek wîlayeta Osmaniyan dihesibîne. Armanca wan jî ew e ku di sala 2023’an de vê projeyê bi cih bîne. Ji ber ku 100 saliya peymana Lozanê bi dawî dibe.”

Qeys El-Xezelî da zanîn bi vê armancê dewleta Tirk roj li pey rojê baregehên xwe yê leşkerî zêde dike û got; “Niha li nav xaka Iraqê de hejmara baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê gihiştiye 66’an” .

Her wiha El-Xezelî diyar kir her çiqas Tirkiye di nava NATO’yê de hêza duwem e, lê wê artêşa Iraq û Heşda Şebî rê nede yek bost xaka Iraqê dagir bike.