Li Helebê şahiyek ji malbatên şehîdan re hate lidarxistin

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê şahiyek ji bo malbatên şehîdan li dar xist.

Li Helebê şahiyek ji malbatên şehîdan re hate lidarxistin
Li Helebê şahiyek ji malbatên şehîdan re hate lidarxistin
Li Helebê şahiyek ji malbatên şehîdan re hate lidarxistin
Li Helebê şahiyek ji malbatên şehîdan re hate lidarxistin
Li Helebê şahiyek ji malbatên şehîdan re hate lidarxistin
28 gulan, 2022   15:08
HELEB

Bi dirûşmeya “Fedakariya şehîdan sembola berxwedan û fedekariyê ye”, Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê şahiyek ji bo malbatên şehîdan li dar xist.

Şahî li hola Starlayt a taxa Şiqeyêf, bi beşdarbûna bi dehan malbatên şehîdan û endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, hat lidarxistin.

/ar/uploads/files/2022/05/28/132357_hnaa-krdwsh.webp

Di şahiyê de, berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê, Hena Kerdoş got: "Ev hefteya çaremîn e a pîroziya şehîdan e. Em îro li ser vê xaka pîroz a ku bi xwîna şehîdên dilsoz hatiye avdan, disekinin, da ku qehremantiya wan û destkeftiyên dîrokî ku li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xistine, bi bîr bînin. Em soza xwe dubare dikin heta ji me were em ê erkên li ser milên xwe pêk bînin û bibin dengê jinên tevahiya Sûriyê, ji bo avakirina Sûriyeke nenavendî demokratîk."

Piştre Koma Şehîd Vejîn a Tevgera Hîlala Zêrîn stran pêşkêş kirin û Koma Kulîlkên Pêşerojê govendên folklorî gerandin.

Di dawiyê de wêneyên şehîd Hevrîn Xelef li malbatên şehîdan hate belavkirin.

ANHA