Li Efrînê du kesên din hatin revandin

Welatiyekî bi temen û kurê wî ji navçeya Şerayê, dema vedigeriyan gundê xwe ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin revandin.

Li Efrînê du kesên din hatin revandin
28 gulan, 2022   14:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji navçeya Şerayê diyar kirin ku çeteyên bi navê "Polîsên leşkerî" yên girêdayî artêşa Tirk  a dagirker welatiyê bi navê Îbrahîm Hemze (73) û kurê wî Mamo Îbrahîm Hemze (55) salî yên ji navçeya Şerayê revandin.

Çavkaniyan gotin, dema ew her du welatiyên koçber vedigeriyan gundê xwe hatine revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birine.

Beriya niha ENKS'ê nûçeyên derew di nava koçberên Efrînê yên li Şehbayê belav kirin ku li Efrînê rewş aram e û daxwaz ji koçberan kiribûn ku vegerin Efrînê.

(şt)

ANHA