​​​​​​​Parêzerê Mandela: Divê qada navneteweyî li dijî tecrîdê rabe

Parêzerê Nelson Mandela, Siraj Desai diyar kir  ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin û got: “Divê ku bazarî li ser hevdîtina malbatê û parêzeran neyê kirin."

​​​​​​​Parêzerê Mandela: Divê qada navneteweyî li dijî tecrîdê rabe
28 gulan, 2022   14:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerê Lîderê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela, Siraj Desai di Konferansa “Li Dijî Siyaseta Tecrîdê, Mafê Aştiyê” ya li Stenbolê de axivî. Desai tecrûbeya Mandela û Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê vegot. Desai destnîşan kir ku qedexekirina hevdîtina parêzer û malbatê ya bi Ocalan re binpêkirina mafê mirovî ye û nayê qebûlkirin.

Desaî da zanîn ku wan salên dirêj têkoşîna hiqûqî û siyasî kirine û gelê Afrîkaya Başûr bedelên pir giran dane û Nelson Mandela pirsgirêka demokrasiyê ya li welatê wan çareser kiriye.

Desaî anî ziman ku wan ji bo demokrasiya li Afrîkaya Başûr kammanyayên cuda bi rê ve birine û wê serdemê Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê ku ava kirine ji aliyê hin kesan ve wek “terorîst” hatiye pênasekirin. Desai di berdewamiya axaftina xwe de behsa pêvajoyên têkoşîna ku dane kir û ew di encamê de bi ser ketine. Desaî anî ziman ku Nelson Mandela jî lîderî wan efsanewî bûye.

Desai têkildarî rewşa Mandela ku cezayê heta hetayê yê girankirî lê hatibû birîn û di girtîgehê de bû jî axivî û got: “Qedexekirina parêzer û malbatê ya li bi girtiyekî re binpêkirina mafê mirovî ye. Ev di hiqûqa gerdûnî û navneteweyî de jî binpêkirin e. Di hiqûqê de qedexekirina hevdîtinê ya bi kesî re nîne. Tecrîdkirina mirovkî teqez nayê qebûlkirin. Divê ku bazarî li ser hevdîtina malbatê û parêzeran neyê kirin. Ev di warê hiqûqa mafê mirovî de binpêkirina maf e. Her wiha divê qada navneteweyî li dijî tecrîdê rabe û nehêle ku mafê mirovan were binpêkirin. Hiqûqa navnetewî hem di pratîkê de hem jî bi axaftinê hiqûqa xwe binpê dike. Dewlet qanûn û hiqûqên xwe binpê dikin. Girtiyek ku piştî 20 salan neyê berdan diyar dibe ku dixwazin fikr û ramanê wî/wê tune bikin. Ji bo berdana Ocalan divê biryarek siyasî hebe. Divê ev biryar jî maqûl û bi aqilane be. Berdana Ocalan dê ji pêkanîna aştiyê û civakê bibe gavek.”