​​​​​​​Yewnanistan ji ber provokasyonên Enqereyê bang li hevalbendên xwe kir

Wezîrê Karê Derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias got, divê hevalbendên Yewnanîstanê nehêlin Tirkiye şantaj û gotinên xwe yên dijminane li ser serweriya herêmê pêk bîne.

​​​​​​​Yewnanistan ji ber provokasyonên Enqereyê bang li hevalbendên xwe kir
28 gulan, 2022   14:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karê Derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias îro ragihand ku divê hevalbendên Atînayê Athenayê neyên provokasyon û xîbatên dijminane yên Tirkiyê.

Dendias ragihand ku Enqere tedbîrên nedîtî li dijî serweriya Yewnanistanê pêk tîne û got, "Bersiva me sebir û hevgirtin bû. Me bersiva xîtaba tundraw a ji aliyê din ê deriyaya Egeyê ve da. Em rê û dema ji bo bersivdayînê, hilbijêrin."

Serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan got wî êdî nema îtirafê bi serokê Yewnanistanê dike û dê hevdîtina bi wî re di civîna ku di demeke nêz de dê were lidarixstin, red bike.

(bx)