​​​​​​​Dadgeha Bilind cezayê Çîçek Kobanê erê kir

Saziya Darizandinê cezayê girtîgehê ya muebeta girankirî ya Çîçek Kobanê pesend kir.

​​​​​​​Dadgeha Bilind cezayê Çîçek Kobanê erê kir
28 gulan, 2022   14:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) di êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yaa li ser Eyn Îsa de li gundê Mişrefa hatibû destgîrkirin û ew birin Rihayê û piştre ew girtibûn. Dadgeha Rihayê bi îdiaya ku  Çîçek Kobanê, “yekitî û tevahiya welat û dewletê xera kiriye” cezayê heta hetayê yê girankirî û ji “kuştina mirov” 10 sal û 10 meh cezayê girtîgehê lê birîbû.

Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê di 11’ê Hezîrana 2021’an de cezayê Çîçek Kobanê erê kiribû û şandibû Dadgeha Bilind. Hat zanîn ku Daîreya Cezayê 3’yemîn a Dadgeha Bilind jî di meha Çile ya 2022’yan de cezayê Çîçek erê kiriye. Hat diyarkirin ku biryara ji bo dadgeha xwecihî hatiye şandin erêkirina ceza teqez bûye.