Şêniyên Idlibê li dijî dagirkeriya Tirk rabûn

Şêniyên navçeya Sermîn a bajarê Idlibê yê dagirkirî, bi xwepêşandanekê li dijî dagirkeriya Tirk û siyaseta wê rabûn.

Şêniyên Idlibê li dijî dagirkeriya Tirk rabûn
28 gulan, 2022   14:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, şêniyên navçeya Sermîn a bajarê Idlibê yê dagirkirî bi xwepandanekê li dijî dagirkeriya Tirk rabûn.

Xwepêşandêran dirûşmeyên banga xistina Recep Tayyîp Erdogan û şermezarkirina hebûna artêşa Tirk li ser xaka Sûriyê avêtin.

Nerazîbûnên şêniyên li herêmên dagirkirî ji ber tunebûna ewlehiyê, zêdebûa teqîn û qetilkirinan de ne.

ANHA