Ciwanên Reqayê banga tevlêbûna meşa dirêj kir

Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê yên Reqayê li dijî êrişên qirkirinê û xiyaneta PDK`ê tevlêbûna xwe ya ji seferberiya giştî û meşa dirêj a sê rojan a li herêma Cizîrê ragihand.

Ciwanên Reqayê banga tevlêbûna meşa dirêj kir
28 gulan, 2022   13:18
REQA

Bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Stada Beledî ya naverata bajêrê Reqayê kom bûn. Li wir hevserokê Meclisa Ciwanên Reqayê Bûşra Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên Reqayê em êrişên faşîzma Tirk ên li ser hevalên me yên gerîlayên li çiyayên Kurdistanê red dikin. Dewleta Tirk her tim destekê dide  çete û xayînan da ku êrişên xwe yên hovane li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam bike û projeya wê têk bibe. Ji ber ku ev proje bi hevgirtina tevahî gel û pêkhateyên herêmê bi ser ketiye."

Di berdewamiya daxuyaniyê de bang li hemû beş û tevgerên ciwanan ên cîhanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin ku tev li pêngava "Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê" û meşa dirêj bibin ku dê sê rojan li herêma Cizîrê were lidarxistin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em soz didin rêber Ocalan, şehîdên xwe û gerîlayan ku em ê li hemberî kesên ku êrişî xaka me bikin û dixwazin ewlehiya me têk bibin, bisekinin. Berxwedana gerîla ji bo me sembola azadî û serkeftinî ye."

(eh)

ANHA