Dewleta Tirk sûcên şer li navçeya Zirganê pêk anîn

Ajansa me bi dîmen sûcên din ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Zirganê de belge kirin. Dagirkeriya Tirk binesaziya xizmetguzarî û giştî; tenduristî, perwerde û enerjî bi zêdetirî 320 top kirin hedef. 

Dewleta Tirk sûcên şer li navçeya Zirganê pêk anîn
Dewleta Tirk sûcên şer li navçeya Zirganê pêk anîn
Dewleta Tirk sûcên şer li navçeya Zirganê pêk anîn
Dewleta Tirk sûcên şer li navçeya Zirganê pêk anîn
Dewleta Tirk sûcên şer li navçeya Zirganê pêk anîn
Dewleta Tirk sûcên şer li navçeya Zirganê pêk anîn
Dewleta Tirk sûcên şer li navçeya Zirganê pêk anîn
Dewleta Tirk sûcên şer li navçeya Zirganê pêk anîn
Dewleta Tirk sûcên şer li navçeya Zirganê pêk anîn
28 gulan, 2022   13:07
 HESEKÊ –BOTAN HISÊN

Li gorî daxuyaniya Hêzên Sûriya Demokraîtk (QSD), dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh êvarê bi zêdetirî 320 topan êrişî navçeya Zirgan û gundên wê kirin û zirarên mezin gihan mal û milkên welatiyan, cihên giştî, dibistan, navendên tenduristiyê û enerjiyê.

Ajansa me bi dîmen sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tînin, encamên topbarana duh a li ser navçeya Zirgan kişand.

Ji dîmenan xuya dibe ku dewleta Tirk avahiya pevgihandinê, birca wê, navenda tenduristiyê ya yekane li navçeyê û dibistana taxên başûrê kirine hedef. Di encamê de înternêt û peywendî li herêmê bi temamî qut bûye.

Her wiha ji dîmenan zirarên ku gihaştine tora kehrebeyê ku di encamê de kehrebe li ser piraniya taxên navçeyê qut bûye, xuya dibin.

Her wiha dewleta Tirk malên welatiyan topbaran kir û zirarên gihan wê.

Li gorî peymanên navneteweyî hedefgirtina cihên giştî, binesazî, navendên xizmetguzariyê û welatiyan di şeran de, sûcên şer û li dijî mirovahiyê ne.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema herêma Serêkaniyê di Cotmeha 2019`an de dagir kiriye, navçeyên Zirgan û Til Temirê topbaran dikin.

(şx)

ANHA