​​​​​​​Şêniyên  Dêrazorê li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan

Şêniyên navçeya Ebû Xeşeb a bakurê Dêrazorê êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê û bicihkirina penaberan li herêmên dagirkirî şermezar kirin

​​​​​​​Şêniyên  Dêrazorê li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan
28 gulan, 2022   15:52
DÊRAZOR

Bi pêşengtiya endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya û Tevgera Ciwanên Şoreşger, şêniyên bajaroka Ebû Xeşeb û koçberên li kampê bi diruşma "Bi rihê berxwedana gelên azad em ê dagirkerî û xiyanetê têk bibin" meşek li dar xist.

Xwepêşandêr li Kampa Ebû Xeşeb meşiyan û li beşê sêyemîn ê kampê sekinin. Endama rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kampa Ebû Xeşeb Zehra Tayeh daxuyanî xwend.

/ar/uploads/files/2022/05/28/151154_00371.mts.00_00_02_03.still001.webp

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Sûriyê hatin şermezarkrin û wekî komployeke navneteweyî hate binavkirin.

Her wiha hate gotin, êrişên hovane yên bi çekên qedexekirî, belavkirina tirsê di nava şêniyên herêmên ewle de, ji bo kûrkirina aloziya Sûriyê ye, di heman demê de ji bo derxistina şer, koçberkirina niştecihên wê û ferzkirina parçebûna çandî û civakî di hundirê Sûriyê de ye.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser avahiyên mêtîngeriyê yên li herêmên dagirkirî û hate diyarkirin ku armanc jê desteserkirina xaka Sûriyê, çewisandina ziman û nasnameya sûrî ye.

 ANHA