HPG: Gelê me rastiya bûyera li Bamernê dît û guh neda sûcdariyên medyaya PDK’ê

HPG'ê diyar kir ku li Bamernê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de 2 jê zarok, 3 sivîl şehîd bûne û nerazîbûn nîşanî 'nûçeyên derewîn' ên medyaya PDK'ê da. HPG’ê diyar kir ku “Hin rayedarên PDK'ê û medyaya wê hewl da bûyerê bixin stûyê hêzên me. Lê belê gelê me rastî dîtiye û guh neda van sûcdariyan.”

HPG: Gelê me rastiya bûyera li Bamernê dît û guh neda sûcdariyên medyaya PDK’ê
27 gulan, 2022   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser mijarê ev agahî parve kirin:

"26'ê Gulanê li derdora nehiya Bamernê ya Amediyê, dewleta Tirk êriş bir ser xelkê me yê Başûrê Kurdistanê ku seyran dikir û di encamê de 2 jê zarok, 3 welatiyên me şehîd ketin. Ji malbata her sê şehîdên Kurdistanê û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin, şîfaya xêrê ji birîndaran re dixwazin.

Encamên neyînî yên têkiliya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û polîtîkayên şaş, bi komkujiya li Bamernê re careke din eşkere bû.

Hin rayedarên PDK'ê û medya PDK'ê bi fikara sûcdariyê hewl dan bûyerê bixin stûyê hêzên me yên gerîla. Ev hewldan encameke tirsa ji nerazîbûna mafdar a gelê me ye. Lê belê gelê me ji ber ku bi xwe rastî dîtiye û pê dizane, guh neda van sûcdariyan. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo parastina rûmeta gelê me û parastina Başûrê Kurdistanê berdêlên giran didin û bi rengekî fedaî şer dikin. Di rewşeke wiha de, PDK a ku komkujiyên dagirkeran ên li ser gelê me timî rewa nîşan dide, divê êdî dest ji vê helwesta xwe ya şaş berde.

‘DIXWAZIN ZEMÎNA ŞERÊ NAVXWEYÎ ÇÊKIN’

Hêzên gerîla derbên kuştinê li artêşa Tirk dixin. Ji bo pêşî li têkçûna dîrokî ya artêşa Tirk bigirin, hewl tê dayîn ku bi destê hin hêzên li nava PDK'ê provokasyon bêne kirin û bi vî rengî zemîn ji şerekî nava Kurdan re bê afirandin. Beriya niha di çapemeniyê de hatibû weşandin ku PDK ji bo hincetekê ji xwe re biafirîne ku li gel dewleta Tirk tevlî şer bûye, dikare hin pîlanên qirêjî pêk bîne. Di 24'ê Gulana 2022'yan de hin hêzên PDK'ê li herêma Goşinê ya Sidekanê bi ser nuqteyeke me ya gerîla ve çûn, xwestin şer biqewime û bi vî rengî provokasyon kirin. Lê belê bi nêzîkatiya berpirsyarane ya yekîneya me ya gerîla, ev provokasyon hate têkbirin. Artêşa Tirk di 25'ê Gulanê de ji ser qadên di bin kontrola PDK'ê de ne derbas bû û ji bejahî û hewayî ve êrişî Girê Hakkarî yê li herêma Metînayê kir.

Di 26'ê Gulanê de artêşa Tirk a li qada Girê Şehîd Agir ê li Girê Ortê yê Metînayê, bû hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Îdiayên ku dibêjin 'hêzên me yên gerîla êrişî hêzên PDK'ê kiriye' rast nîn in.

‘DIVÊ PDK DEST JI HELWESTA XWE YA ŞAŞ BERDE’

Di vê demê de ku artêşa Tirk tengav bûye û li ber têkçûnê ye, liv û tevgera bi vî rengî ya hêzên PDK'ê û weşandina nûçeyên şaş û derew ên çapemeniya PDK'ê, eşkere ye bê ka têne çi wateyê. Şerekî nava Kurdan ji bilî dewleta Tirk a mêtinger qirker dê bi kêrî kesî neyê. Eşkere ye ku felaketeke bi vî rengî dê li Kurdistanê bibe sedema kaos, nearamî û hilweşîneke mezin.

Em bang li PDK'ê dikin ku dest ji vê helwesta xwe ya şaş berde ku zirarê dide gelê Kurdistanê, bi taybetî jî yê Başûrê Kurdistanê."