'Em ê şopdarên xeta şehîd Zekî Çelebî bin'

Ebdulwehab Xelef ku ji kesayetên welatparêz ên Hesekê ye, diyar kir ku plan û projeyên dewleta Tirk a dagirker berfireh in û bi rêbazên cûda û hevkariya xayînan erdîngariya Kurdistanê derbas dike. Ebdulwehab Xelef anî ziman ku ew ê xeta  şehîd Mihemed Zekî Çelebî bişopînin.

'Em ê şopdarên xeta şehîd Zekî Çelebî bin'
27 gulan, 2022   08:21
HESEKÊ

Bertekên li hemberî êrişên û planên dewleta Tirk a dagirker ên bi hevkariya PDK'ê li ser gelê Kurd dewam dikin.

Welatparêzê Kurd ê ji navçeya Dirbêsiyê Ebdulwehab Xelef got: "Beşdarbûna PDK'ê di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de û beşdarbûna wê di şehîdxistina welatparêzê Kurd Mihemed Zekî Çelebî de, xiyanet li gelê Kurd û doza wê ye, her wiha pêkanîna berjewediyan li ser hesabê gelê Kurd e.''

Welatparêz Kurd Mihemed Zekî Çelebî ji Bakur û Kurdistanê ye, 17'ê Gulanê li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê îstîxbarata Tirk ve û hevkariya PDK'ê li pêşiya xwaringeha xwe hate hedefgirtin û şehîd bû.

Ebdulwehab Xelef diyar kir ku dewleta Osmanî ji dema ku avabûye ve li her deverê şerê kurdan dike û bi êrişên xwe yên domdar ên li ser herêmên Kurdistanê, di serî de Herêmên Parastinê yên Medyayê di qirkirina wan de berdewam e. Her wiha got: "Hêzên parastina rewa dike hedef, ji ber ku gerîla ji keç  û xortên Kurdistanê pêk tê."

Xelef îşaret pê kir ku dewleta Tirk bi rêya êrişên xwe hewl dide projeya xwe ya Osmaniya nû pêk bîne û wiha domand: "Armanca wê ew e ku qada dagirkeriya xwe berfireh bike, êrişên wê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê  wê sînordar nemîne, lê wê sînorê xwe berfireh bike.''

Xelef qetilkirina welatparêz Mihemed Çelebî şermezar kir û got: "Tirkiyê siyaseteke qirêj li dijî gelê Kurd û gelên herêmê dimeşîne, kesayetên welatparêz ên aktîv dike hedef, ji ber ji îrade û îsrara wan a parastina xak û doza xwe de ditirse."

Xelef  bang li gelên Kurdistanê kir ku neyên lîstokên dewleta Tirk, li hemberî hewldanên wê û li hemberî xiyaneta PDK'ê û siyasetên wê yên li dijî Kurd û Kurdistanê bisekinin.

Xelef îşaret pê kir ku astengiyên li pêşiya çareserkirina pirsgirêka kurdî, êrişên domdar ên li ser Kurdistanê û berdewama komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan îsrar û îradeya wan a ji bo têkoşîn û berxwedanê têk nabin.

Ebdulwehab Xelef bang li hemû gelên Kurdistanê kir ku bi yek destî li hember êrişên dewleta Tirk bisekinin, têkoşîna xwe bidomînin û li ser şopa şehîdên azadiyê yên mîna Mihemed Zekî Çelebî bimeşin.

ANHA