​​​​​​​Li herêmê 4 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku li herêmê 4 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine.

​​​​​​​Li herêmê 4 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin
23 gulan, 2022   08:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li herêmê 3 mêr û jinek bi vîrusa Koronayê (Covid-19) ketine.

Bi vê daneyê re hejmara pêketiyên Koronayê li herêmê gihaşt 38 hezar û 578`an ku hezar û 578 nexweş pê mirine û 2 hezar û 565 nexweş jî baş bûne.

(şx)

ANHA