Partiyên siyasî projeya mêtingeriyê ya dewleta Tirk şermezar kir

Li Kobanê partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bal kişand ser guhertina demografiya herêmên dagirkirî ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve tê kirin.

Partiyên siyasî projeya mêtingeriyê ya dewleta Tirk şermezar kir
21 gulan, 2022   09:31
KOBANÊ

Bi tevlêbûna bi dehan endamên partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser guherîna demorafiya li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tê kirin, li Parka Jina Azad a Kobanê daxuyaniyek hate dayîn.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê yê herêma Firatê Ferhat Hec Îsa ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser piştevaniya dewleta Tirk a karê terorê dike û ev hate gotin: “Bi awayekî eşkere û rast e rast dagirkirina herêmê berfireh dibe. Avakirina kampan ji bo çeteyan dewam dike.”

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pîvanên navneteweyî tên binpêkirin û ev hate gotin: “Rojane êriş tê kirin, demografiya herêmê tê guherandin.”

Di beşeke din de bal hate kişandin ser revandina sivîlan û hate destnîşankirin ku rojane sivîl tên revandin. Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî û Meclisa Ewlehiyê kirin ku çareseriyekê ji bo krîza Sûriyê peyda bikin.

Navê partiyên daxuyanî daye, wiha ne: Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê, Partiya Wîfaq a Kurdî a Sûriyê, Partiya Çep a Kurdî ya Sûriyê, Partiya Demokratîk a Kurdî, Partiya Komarê ya Kurdistanê û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD).

ANHA