​​​​​​​Bêrîtan Mihemed: Heke em hevgirtî nebin, em nikarin êrişên dewleta Tirk a dagirker têk bibin

Endama Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Bêrîtan Mihemed pêwîstiya xurtkirina yekitiyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de destnîşan kir û got “Heke em hevgirtî nebin, em nikarin êrişên dewleta Tirk a dagirker têk bibin.”

​​​​​​​Bêrîtan Mihemed: Heke em hevgirtî nebin, em nikarin êrişên dewleta Tirk a dagirker têk bibin
21 gulan, 2022   10:21
QAMIŞLO

Endama Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Bêrîtan Mihemed di komxebata Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de axivî ku bi dirûşma “Şêx û rûspî soz didin QSD`ê ku li hember kiryarên dijmantiyê û guhertina demografiyê ku li pêkhateyên herêmê têne ferzkirin, bi yekrêziyê dê berevaniyê bikin” li dar dikeve.

Destpêkê Bêrîtan Mihemed bixêrhatina beşdaran kir û îşaret bi siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên Rojhilata Navîn û Sûriyê kir û got: “Rewşa li cîhanê û li Sûriyê bi taybet ne aram e, ji ber destwerdanên derve nexasim ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ku berdewama Împaratoriya Osmanî ye. Ji destpêka aloziyê ve, siyasetên hovane û paşverû li dijî gelên herêmê dimeşîne.”

`HEWLDANÊN VEJANDINA HEGEMONYAYA OSMANIYAN`

Her wiha Bêrîtan di axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk şerê gelên herêmê dike û bi hinceta “herêma ewle” êrişî herêmê dike û wiha pê de çû: “Gelê me koçber dike û li şûna wan xelkê herêmên din bi cih dike û qaşo herêmeke ewle ava dike.”

Bêrîtan bal kişand ser aloziyên li hundirê Tirkiyê û got: “Mêtingeriya Tirk derbên giran dixwe. Aloziyên siyasî, aborî û dîplomatîk li Tirkiyê hene, lê dîsa jî siyasetên xwe yên paşverû li dijî herêmên me didomîne.”

Bêrîtan ev li gotina xwe zêde kir: “Dewleta Tirk destwerdana gelek dozên cîhanê dike ji Lîbyayê, Tunis, Cezayîr, Sûriyê û heta bigihêje Ukraynayê da ku hegemonyaya xwe vegerîne.”

Bêrîtan teqez bi pêwîstiya pêkanîna rêgezên şerê gelê şoreşgerî li dijî êrişên li ser herêmê û got: “Divê em birêxistibûna civakî li hember êrişan xurttir bikin. Me li hember gelek zehmetiyan û destwerdana dewleta Tirk li ber xwe da heta em gihaştin vê astê.”

`DIVÊ EM YEKITIYÊ XURTTIR BIKIN Û HEVJIYANA AZAD PÊK BÎNIN`

Têkildarî siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û avakirina avahiyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî Bêrîtan got: “Dewleta Tirk armanc dike herêmê ji gelê wê vala bike. Divê em dersan ji têkoşîna xwe bigirin û yekitiya xwe xurttir bikin da ku hevjiyana azad pêk bînin.”

Bêrîtan banga hevgirtinê kir û got: “Ev sal ji bo çarenûsî ye, heke em ji berê bêtir bihêztir nebin û heke hevgirtî nebin, em nikarin êrişên dewleta Tirk têk bibin.”

Her wiha Bêrîtan got: “Îsal dê pêşeroj û çarenûsa gelên herêmê diyar bibe. Li cîhanê bi giştî aloziyên siyasî û aborî hene. Lê em dibêjin ku çareseriyên van aloziyan ji herêmên me destpê dikin. Gelek kesayetên navdar ên serdana herêmên me dikin, teqez dikin ku hevgirtin, yekitî û ewlehiya li herêmê taybetmendiyeke cuda ye.”

`AVAKIRINA SÛRIYEYEKE DEMOKRATÎK Û AZAD`

Der barê xebatên ku divê gelê herêmê pêk bîne da ku li hember êrişan bi serkevin de Bêrîtan ev anî ziman: “Divê em têkoşîn û berxwedanê bidomînin da ku bi ser kevin. Divê ems ala 2022`yan bikin sala binkeftina dewleta Tirk a faşîst, rizgarkirina herêmên dagirkirî û avakirina Sûriyeyeke demokratîk a azad.”

Endama Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Bêrîtan Mihemed di dawiyê de hevgirtina şêniyên herêmê bi hêzên leşkerî re silav kir û got: “Dijmin dixwaze me parçe bike û îradeya me bişikîne. Divê gelên herêmê bi QSD`ê re hevgirtî bin da ku wan hewldanan têk bibin.”

(şx)

ANHA