Nasnameya 2 şehîdên êrişa li ser Axcelar hat eşkerekirin

Nasnameya 2 sivîlên di bombebarana li bajaroka Axcelar de şehîd bûne, hat eşkerekirin.

Nasnameya 2 şehîdên êrişa li ser Axcelar hat eşkerekirin
21 gulan, 2022   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Roj News`ê di bombebarana li gundê  Tuteqel ê bajaroka Axcelar a navçeya Çemçemal a Silêmnaiyê de ku wesayîtek hedef hate girtin, 5 kes şehîd bûn û kesek birîndar bû.

Ji şehîdan, nasnameya 2 kesan eşkere bû. Her du welatî şêniyên gundê Tuteqel in. Di nava wesayîtê de bûn.

Navên wan wiha ne: Aram Hacî Kake Xan ê  karê cotyariyê dike û Îsmaîl Îbrahîm in.

Hate ragihand ku cenaze li gel polîsên Axcelar in û wê rakirin Tiba Edlî.

Têkildarî nasnameya her sê kesên din ti agahî nehatin bi dest xistin.