Di bombebarana li Axcelar a Çemçemalê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da

Di bombebarana li bajarokê Axcelar ê Çemçemal a Başûr de 5 kesan jiyana xwe dest da û kesek birîndar bû.

Di bombebarana li Axcelar a Çemçemalê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da
21 gulan, 2022   09:14
NAVENDA NUÇEYAN

Li gorî nûçeya Roj Newsê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî ewlehiyê yê li navçeya Çemçemal di bombebarana îro danê sibehê de, di navbera gundên Celemord û Tuteqel ên bajarokê Axcelar de ku wesayîtek bû hedef, 5 kesan jiyana xwe dest da û kesek birîndar bû.

Li gorî heman çavkaniyan cenaze li gel polîsên Axcelar in lê heta niha nasnameyên wan nehatine diyarkirin.

Çavkaniyê eşkere kir ku bombebaran ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve pêk hatiye.