Komeke din a ciwanên Ereb bersiva banga seferberiyê da

Di çarçoveya bangawaziya Komalên Ciwan ya bilindkirina têkoşînê û tevlibûna nava refên gerîla de komeke ciwanên ereb tev li nav refên PKK`ê bû.

Komeke din a ciwanên Ereb bersiva banga seferberiyê da
21 gulan, 2022   08:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a faşîst bi her cure êrişan li Kurdistanê dixwaze gel û ciwanên Kurd ji cewherê wan qut bike û bi komkujî û êrişan tune bike. Dewleta Tirk a faşîst ku polîtîkayên xwe yên şerê taybet li dijî ciwan û jinên ciwan dimeşîne, her roj bi hejmarên pûç û vala qedandina PKK’ê radigihîne, ciwan û jinên ciwan jî bi tevlibûna nava refên PKK’ê heqîqetê derdixin holê.

Aliyê din de jî ji ber ku polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker li ser gel û ciwanên ereb jî bi awayekî qirêj dimeşe, ciwan ereb bê deng namînin bersiva wan didin. Ciwanên ereb banga seferberiya ku ji aliyê Komalên Ciwan ve hatî ragihandin, bersivand û destnîşan kirin ku wê tola gelê Kurd û Ereb li qadên gerîla were hilanîn. Di heman demê de bang li hemû ciwan û jinên ciwan kirin ku ew jî werin tev li gerîla bibin.

Ciwanan got: “Her kesekî ku dixwaze dagirkeriyê bike, wê hesabên dîrokî ji wan were pirsîn.”

Ciwanên tev li gerîla bûn bang li hemû ciwanên Ereb kirin û gotin “Werin Cenga Azadiyê”

Daxuyaniya ciwanan wiha ye:

JI BO HEMÛ CIWANÊN ŞOREŞGER Û WELATPARÊZ

Weke em dizanin dewleta Tirk a barbar û faşîst di 14`ê Nîsanê de dest bi êrişî çiyayên Kurdistanê kir, ev êriş yekser bi piştigirya NATO û malbata Berezanî ye, malbata ku rûmet, şeref firotiye, her wiha welat û hebûna xwe jî daye firotin. Ji bo ku tiştek bi navê kurdiyetiyê li cîhanê nemîne hemû hêzên hegemonîk, dagirker, mêtînger û di serî de PDK`ê peymanan bi hev du re çêdikin, PDK`ê ji bo têkbirina tevgera azadiyê hêza xwe hemû bi dewleta Tirk re li dijî tevgera azadiyê xistiye nava tevgerê de. Em jî bi hêza gerîla re li ber xwe didin û ji bo têkbirina van plan û armancên wan yên qirêj û dijderketina li hember îxaneta PDK’ê ya ku bi awayekî aktîv li dijî me ketiye nava şer de, şer dikin. Em ê hesabên dîrokî ji dagirker û hevkarên wê bixwazin.

Li ser vê bingehê em careke din teqez dikin ku gerîla hêzeke neteweyî ye û ji bo parastina mirovahiyê û gelên bindest şer dike û li ber xwe dide. Îro roj roja tolhildana ji dagirkeran e, roja rizgarkirina axa me ye, yên ku bi vê yekê rabin ciwan û jinên ciwan in. Li ser vê bingehê em êrişên dagirkeriyê yên dijminane ku dixwaze di kesayeta ciwanan û jinên ciwan de yên ku bi axa xwe, zimanê xwe, çanda xwe û serokê xwe ve girêdayî ne civakê parçe bike û kole bike qebûl nakin. Em ê vê tekoşînê li dijî dagirkeriyê bilindtir bikin, em ê parastina xeta azadiyê ya ku Rêber Apo fêrî me kiriye bikin.

Li ser vê bingehê em weke ciwanên ji pêkhateya ereb tev li seferberiya ku Komeleya Ciwan ragihandiye dibin û bi vê yekê em di vê roj û meha pîroz de tevlêbûna xwe ya nava berxwedana gerîla radigihînin û ji bo tolhildana hemû şehîdan, em xwediyê xwestekên mezin û pîroz in.

Di dawiyê de bangewaziya me ji bo tevahî ciwanan û jinên ciwan ên ji hemû pêkhateyan û bi taybet pêkhateya Ereb heye ku li dijî dijminê faşîst berê xwe bidin nava refên gerîla û yekitiya xwe bi rihê berxwedana gerîla ya ku serkeftinê misoger dike û şoreşa Kurdistanê bi rêve dibe bikin yek, di heman demê de da ku em serkeftinên mezin bi berxwedana gerîla re li Kurdistanê bi dest bixin û pergala Tirk ya faşîst li Kurdistanê birûxînin divê em asta tevlêbûnê bilindtir bikin.

Niha em şerekî dijwar dijîn û ji bo bersivdayîna vî şerî divê her ciwanek berê xwe bide nava refên gerîla, li ser vê bingehê divê ku hemû ciwan û jinên ciwan tev li nava refên gerîla bibin.”