​​​​​​​Dewleta Tirk gundê Til Tawîl ê Til Temirê dide ber topan

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Til Tawîl ê Asûriyan ê Til Temirê topbaran dikin.

​​​​​​​Dewleta Tirk gundê Til Tawîl ê Til Temirê dide ber topan
21 gulan, 2022   10:04
HESEKÊ

Li gorî nûçegihanê me yê li herêmê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Til Tawîl ê Asûriyan ê li rojavayê Til Temirê bi çekên giran topbaran dikin.

Lê agahiyên der barê zirarên topbaranê de nehatin zanîn. Tenê hat destnîşankirin ku topbaran heta vê kêliyê jî berdewam dike.

(şx)

ANHA