​​​​​​​Rojnameyên erebî: Tevliheviya li Derayê berdewam e

Rojnameyên erebî yên vê sibê derketine behsa rewşa ewlehiyê ya li Derayê, kar û barên Lîbyayê û rewşa Lubnanê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Tevliheviya li Derayê berdewam e
21 gulan, 2022   07:43
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI DERAYÊ 'KESEKÎ JI REJÎMÊ QUT BÛYE' HAT KUŞTIN’

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) duh behsê kir ku tevliheviya ewlehiyê li parêzgeha Dera li başûrê Sûriyê berdewam e. Her wiha destnîşan kir ku çekdarên nenas kesek li bajarê Tefs ê rojavayê Derayê kir hedef. Di encamê de yekser hat kuştin. SOHR`ê diyar kir ku kesê hedefgirtî, beriya çend salan ji hêzên hikumeta Şamê qut bûye.

Li gorî SOHR`ê, ji destpêka Çileyê ve li Derayê 211 êriş pêk hatine, di encamê de 166 kes hatine kuştin, ji wan 82 sivîl, 66 leşkerên rejîmê û hevkarên wê û endamên “lihevhatinan”, 10 çekdarên berê yên “lihevhatin” çêkirine lê tev li tu aliyên leşkerî nebûne, çeteyekî berê yê DAIŞ`ê û çekdarekî komên alîgirên Rûsyayê, ne.

Her wiha SOHR`ê ragihand ku leşkerên rejîmê li bendekî kontrolê ya li têketina bajarê Inxel ê rojavayê Derayê, ciwanek ji bajêr girt. Li aliyekî din hêzên hikumeta Şamê bendên axî li nêzî avahiya Muxabarata Cewiyê (îstîxbarata hewayê) li Derayê bilind kir û bi çekên navîn asê kir.”

‘TERABLUS BERDÊLA SERHIŞKIYA EL-DEBÎBE DIDE’

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Hîna encamên neyînî yên hewldana serokwezîrê Lîbyayê Fethî Başaxa ku derbasî Terablusê bibe û dest bi erkên xwe bike, bandor li qada Lîbyayê dikin.

Li gorî çavdêran, dê El-Debîbe vê yekê hincet bibîne, da ku biryarên din bigire û Terablusê ji demê berê bêtir kontrol bike. Ji Adara borî ve ev cara sêyemîn e ku Başaxa hewl dide derbasî Terablusê bibe, lê hêzên Redi El-Muştereke bi serkêşiya Ebdulxenî Keklî vê hewldanê têk dibin.

Ji girîngtirîn sedemên ji ber wê, serokê artêşa Lîbyayê Xelîfa Hafter û serokê Meclisa Parlamenteran li Tebruqê Eqîle Salih, Misir û Rûsya destek da Başaxa; wî teqez kiriye ku bê şer dikare derbasî Terblusê bibe û hêzên li ser erdê piştgiriya wî dikin. Lê piştî derbasbûna 2 mehan, Başaxa tişta gotî pêk neanî, ji ber wê dibe helwesta wî li hember hevalbendên wê yên herêmî û navneteweyî zeîf bibe.

Ne dûr e ku dan û standinên li Qahîreyê di navbera şandeyên Meclisa Nûneran û Meclisa Bilind a Dewletê de pêk tên, bi avakirina hikumeteke nû ya alternatîfê hikumetên Başaxa û El-Debîbe bi dawî bibe.”

‘3 ASTENGÎ LI PÊŞ PARLAMENTOYA NÛ YA LUBNANÊ HENE’

Têkildarî hilbijartinên Lubnanê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Sibe, piştî gelek bûyerên xeter û aloziyan, parlamentoya nû dê bicive. Li pêşiya wê gelek erkên bilez hene ku divê bike. Ji lidarxistina civîna xwe ya yekemîn bigire heta bigihêje hilbijartina serokê parlamentoyê, cîgirê wî û endamên desteya nivîsgeha parlamentoyê.

Li aliyê din serokê komarê piştî ku bi hemû desteyên xwe bikeve parlamentoyê û hikumeta Necîb Mîqatî wekî îstifakirî hesab bike, dê kesayetekê ji bo avakirina hikumetê erkdar bike. Parlamenter dê nêrîna xwe bidin û dê hevbendiyek were avakirin, aliyên ku zêde cihê xwe tê de bigirin dê alîgir bin, yên kêm jî cihê xwe tê de bigirin, dê muxalîf bin.”

 (şx)