Balafirek bêmirov gundekî Çemçemal bombe kir

Balafirek bêmirov a biçek 3 caran gundekî bajarokê Axceler ê Çemçemal a Silêmaniyê bombebaran kiriye û heta niha li ser herêmê digere.

Balafirek bêmirov gundekî Çemçemal bombe kir
21 gulan, 2022   07:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku Rojnewsê parve kirine, saet di 06:30’an de balafirek bêmirov a biçek 3 caran gundê Tuleqel ê bajarokê Axceler ê Çemçemal bombebaran kiriye.

Li gorî agahiyên şahidekî bûyerê dane Rojnewsê, ji ber heta niha balafira bêmirov li ser herêmê digere xelk nikarin biçin cihê bûyerê û ti agahî têkildarî ziyanê bi dest neketiye.

Neyê zanin balafir a kîjan welatî ye. Heta niha hêzên ewlehiyê jî li ser bombebaranê ti agahî parve nekirine.