Îsraîlê baregehên Îranê li Şamê bombebaran kir; 3 efser hatin kuştin

Îsraîlê baregehên leşkerî û depoyên komên Îranê yên li derdora paytexta Sûriye Şamê bombebaran kirin, di encamê de 3 efser hatin kuştin û 4 endamên tîmên “pergala parastina hawayî” yên girêdayî hikumeta Şamê birîndar bûn.

Îsraîlê baregehên Îranê li Şamê bombebaran kir; 3 efser hatin kuştin
21 gulan, 2022   07:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku artêşa Îsraîlê baregehên leşkerî û depoyên komên Îranê yên li derdora paytexta Şamê kir armanc, di encamê de 3 efser hatin kuştin û 4 endamên tîmên pergala "parastina hawayî"  yên girêdayî hikumeta Şamê birîndar bûn.

Şeva din pergala parastinê ya hikumeta Şamê bersiva moşekên Îsraîlê da, li ser wê yekê li berava Sûriyê û herêma Misyaf a gundewarê Hemayê û herêma navîn a Sûriyê dengê teqînan hat bihîstin. Hemwextî vê baregehên leşkerî yên komên Îranê yên li derdora Çiyayê El-Mani yê nêzî bajarê El-Kiswê yê gundewarê başûrê rojava û herêma Cemraya ya bakurê paytexta Şamê û derdora balafirgeha Şamê ya Navneteweyî hatin hedefgirtin. Her wiha bermahiyên moşekên Îsraîlê li Mezreayekê li herêma Seyide Zeyneb a li başûrê paytextê ya di bin kontrola komên Îranê de ketin.

Ji destpêka îsal ve, ev 13 car in artêşa Îsraîlê êrişan li Sûriyê pêk tîne.

(eh)