Nivîsgeha Serjimariyê: Em ê projeyên xizmetguzariyê, avahiyan û navendên pêşxistinê plan bikin

Hevserokê Nivîsgeha Plankirin, Geşepêdan û Serjimariyê da zanîn ku piştî serjimariyê dê berê xwe bidin projeyan û got “Li gorî daneyên dawîn ew ê planên xizmetguzarî, lêkirina avahiyan dest pê bikin û ji bo rêjeya betaliyê jî dê navendên pêşxistinê vebin.”

Nivîsgeha Serjimariyê: Em ê projeyên xizmetguzariyê, avahiyan û navendên pêşxistinê plan bikin
21 gulan, 2022   06:42
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Nivîsgeha Plankirin, Geşepêdan û Serjimariyê ya Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê 27`ê Nîsanê ji navçeya Dêrikê dest bi serjimariyê kir. Serjimarî niha li bajar, navçe û bajarokên din ên herêma Cizîrê dewam dike.

Têkildarî serjimariyê û armancên wê hevserokê Nivîsgeha Plankirin, Geşepêdan û Serjimariyê ya Herêma Cizîrê Mecîd El-Hac Elî ji ajansa`yê re axivî.

Mecîd El-Hac Elî piştrast kir ku lîsteya projeya serjimariyê li gorî pêwîstiya projeya xwe amade kiriye.

Serjimarî li herêma Cizîrê bi tevkariya meclisên herêmî, komîn û mamosteyên Desteya Perwerde û Fêrkirinê, bi rêbaza elektronîk pêk tê.

Mecîd El-Hac Elî diyar kir ku projeya wan di asta yekemîn de serjimariya giştî esas digire û wiha dom kir: “Di serjimariyê de temen tê xwestin, ji bo ku rêjeya ciwanan bê naskirin û em bikarin bi rêya wê civakê nas bikin, her wiha rewşa malbatî û hejmara jinan di malbatê de. Her wiha rewşa tenduristî ya welatiyan, rêjeya mamoste û xwendekaran tê girtin, li gorî her malbatekê hejmara karmend û welatiyên betal tê diyarkirin.”

Li ser qonaxa duyemîn a serjimariyê re Mecîd El-Hac Elî eşkere kir ku piştî bidawîkirina serjimariyê, ew ê   serjimariya di ware sewalvanî, çandinî, tenduristî, projeyên aborî yên ku desteyên wan pê radibin de pêk bên û got: “Bi rêya projeya xwe ya giştî ya serjimariyê em ê agahiyên têkildarî herêmê bigirin cem xwe û em ê rêjeyan binirxînin da ku em planên xwe yê stratejîk çêkin.”

Mecîd El-Hac Elî têkildarî beşa ku di planên xwe de dê esas bigirin, wiha got: “Di asta yekê de planên xizmetguzarî ne da ku em bikarin pêwîstiyên gel û herêmên xwe pêk bînin. Ji bo malbatên ku rewşa wan a madî lawaz jî, li gorî serjimariyê em ê sîstemekê ji bo lêkirina avahiyên niştecihbûnê damezirînin.”

NAVENDÊN PERWERDEYA PÎŞEYÎ

Têkildarî rêjeya betaliyê jî Mecîd El-Hac Elî got: “Ji bo rêjeya betaliyê jî me plan kiriye ku navendên pêşxistin û perwerdekirina çîna ciwanan ji milê teknîk û pîşeyî de ava bikin, da ku em wan derbasî nava kar bikin.”

Elî got: “Rêjeya serkeftinê ya serjimariyê heta niha ji sedî 90 e, vê rêjeyê hişt ku em dewam bikin. Tu pirsgirêk bi welatiyan re heta niha derneketiye.”

DI 22’YÊ GULANÊ DE LI HESEKÊ DEST PÊ DIKE

Li ser bernameya serjimariyê jî Mecîd El-Hac Elî got: “Di 22’yê Gulanê de em ê li kantona Hesekê dest bi serjimariyê bikin û serê meha Hezîranê dê bi dawî bibe.”

Xebatên serjimariyê li kantona Qamişlo bi dawî bûn.

ANHA