​​​​​​​Hêzên dagirker topan li gundekî Şehbayê dibarînin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Medyonê yê Şehbayê topbaran dikin.

​​​​​​​Hêzên dagirker topan li gundekî Şehbayê dibarînin
20 gulan, 2022   18:13
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Medyonê yê girêdayî kantona Şehbayê dane ber topan.

Têkildarî encamên topbaranê agahî bi dest neketin.

Beriya çend saetan jî, hêzên dagirker bi dijwarî êrişî navçeya Til Rifetê kirin. Di encamê de ziyanên mezin gihiştin milkên welatiyan.

ANHA