​​​​​​​'Heta Efrîn rizgar nebe, em ji Şehbayê dernakeve'

Koçberê ji Efrînê Hesen Mistefa Seydo yê li Til Rifetê mala wî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hate topbarankirin got, heta Efrînê rizgar nebe ji Şehbayê dernakevin û got ew bi berxwedanê ve girêdayî ne.

​​​​​​​'Heta Efrîn rizgar nebe, em ji Şehbayê dernakeve'
​​​​​​​'Heta Efrîn rizgar nebe, em ji Şehbayê dernakeve'
​​​​​​​'Heta Efrîn rizgar nebe, em ji Şehbayê dernakeve'
​​​​​​​'Heta Efrîn rizgar nebe, em ji Şehbayê dernakeve'
​​​​​​​'Heta Efrîn rizgar nebe, em ji Şehbayê dernakeve'
​​​​​​​'Heta Efrîn rizgar nebe, em ji Şehbayê dernakeve'
​​​​​​​'Heta Efrîn rizgar nebe, em ji Şehbayê dernakeve'
​​​​​​​'Heta Efrîn rizgar nebe, em ji Şehbayê dernakeve'
20 gulan, 2022   18:04
ŞEHBA

Beriya çend saetan artêşa Tirk a dagirker bi dehan topan êriş bire ser navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê. Di encamê de ziyanên mezin gihiştin milkên welatiyan. Di nav de mala koçberê ji Efrînê Hesen Mistefa Seydo bû hedef.

Hesen Mistefa Seydo ji gundê Derwîş ê navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî ye di encamên êrişî dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê de koçberî Til Rifetê bû.

Seydo got: "Ji ber êrişên dagirkirinê yên artêşa Tirk  û çeteyên wê em koçber bûn û li vê malê bi cih bûm. Ruxmî hemû astengî û êrişên domdar ji 4 salan ve em li vir li ber xwe didin."

Têkildarî topbarana li ser mala wî, Seydo wiha anî ziman: "Îro dema bi şitlên zeytûnan ên di baxçeyê mala xwe de mijul bû, dengê topekê hate bihîst, derketim derve da ku binêrim çi qewimî ye. Piştî min nas kir ku ziyan bi kesekî nebûye vegeriyam malê da ku karê xwe temam bikim, di wê kêliyê de topek hawnê li baxçeyê  ku min cot dikir, ket û ziyan bi malê bûn."

'EM BI BERXWEDANÊ VE GIRÊDAYÎ NE'

Seydo destnîşan kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi van kiriyaran hewl didin şêniyan careke din koçber bike û got: "Em bi berxwedanê ve girêdayî ne ku çeka me li hemberî van planan e."

Seydo her wiha anî ziman ku ew ji bilî çûna ber bi Efrîneke rizgarkirî ve, ji Şehbayê dernakevin û wiha domand: "Dagirker her çiqasî bi çekên giran û balafiran êrişî me bikin, ji bilî çûna ber bi Efrîna rizgarkirî ve em ji Şehbayê dernakevin. "

ANHA