`Armanca tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, rêgirtina li pêşiya aştî û demokrasiyê ye`

Kongra Star û hiqûqnasên herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê diyar kir ku desthilata Tirk bi tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dixwaze li herêm û cîhanê aştî û demokrasî belav nebe.

`Armanca tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, rêgirtina li pêşiya aştî û demokrasiyê ye`
14 gulan, 2022   12:02
HESEKÊ

Bi armanca şermezarkirina siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kirine, îro Kongra Star û hiqûqnasên li herêma Cizîrê, li bajarê Hesekê daxuyaniyek da.

Endama Kongra Star Mizgîn Hesen û dozger Mehmûd Cemîl bi beşdariya dehan endamên her du aliyan daxuyanî li qada Meclisa Edaleta Civakî ya Hesekê xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker ji beriya 23`ê salan ve li dijî mirovahiyê tundirîn cureyên sûcan pêk tîne, mînaka wê jî kiryarên li dijî zanyarê siyasî rêber Abdullah Ocalan e. Bi vê yekê re jî hemû mafên girtiyên siyasî yên di peymanan de hatine parastin, binpê dike.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin dosya girtiyên siyasî bi mafên mirovan ve girêdayî ye, heta sedema girtinê çi be jî sîfeta mirovahiyê ji ser ferd nayê rakirin û nabe bi tu awayî mafên girtî werin binpêkirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate destnîşankirin: "Ragihandina cîhanê ya Mafên Mirovan a sala 1948`an, îsbat dike ku heqê jiyanê, mafekî mirovan e û dive qanûn vî mafî biparêze. Her wiha nabe kesek ji vê mafê bê par bê hiştin. Li gorî madeya 4 a beşa 1000, ev maf heta di rewşên awarte de nayê binpêkirin."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî yên navnteweyî û mafên mirovan hat kirin ku li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rêber Abdullah Ocalan erkên xwe bînin cih.

(eh)

ANHA