Malbatên girtiyan sûcên li girtîgehên Tirkiyê pêk tên şermezar kirin

Malbatên girtiyên siyasî yên ji Rojava, sûcên li dijî girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de pêk tên şermezar kirin û banga serbestberdana rêber Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî kir.

Malbatên girtiyan sûcên li girtîgehên Tirkiyê pêk tên şermezar kirin
14 gulan, 2022   11:42
QAMIŞLO

Malbatên girtiyên siyasî yên ji Rojava li taxa Enteriye ya Qamişlo kom bûn û daxuyanî da.

Minîce Heyder û Nesrîn Heyder daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êşkence û danûstandina kirêt bi girtiyên siyasî re hat şermezarkirin û hat gotin: "Dewleta Tirk a faşîst bi rêya terora xwe û pêkanîna hovantirîn cureyên êşkenceyê û tecrîdê li ser girtiyên siyasî, hemû pîvanên navneteweyî binpê kirin."

Di daxuyaniyê de binpêkirina dewleta Tirk a dagirker qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî yên têkildarî girtiyên siyasî hat şermezarkirin. Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan hat kirin ku fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku danûstandina xwe ya bi girtiyan re biguhere û tecrîda li ser wan bi dawî bike.

Her wiha di daxuyaniyê de tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Rêber Abdullah Ocalan di oxira projeya neteweya demokratîk, biratiya gelan de û ji bo çareserkirina doza kurd li Tirkiyê fedakariyên mezin kirin."

Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku rêber Abdullah Ocalan demildest serbest bê berdan. Ji ber ku ew hêza yekane ye ku dikare Tirkiyê ji rewşa wê ya xirab xilas bike.

Di daxuyaniyê de bang li gelê Tirk û hêzên wê yên demokratîk hat kirin ku fişarê li saziyên dewletê bikin da ku tecrîdê bi dawî bikin, şert û mercên siyasî peyda bikin, ji  bo ku Tirkiyê gavên cidî ber bi çareserkirina doza kurd û demokratkirina Tirkiyê bavêje. Di daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Heke doza gelê Kurd çareser nebe û mafê xwe yê di diyarkirina çarenûsa xwe de bi dest nexe, dê pisgirêkên li Rojhilata Navîn û Tirkiyê wisa girêk bimînin., dê xwîn zêdetir birêje û gel koçber bibin."

Di dawiya daxuyaniyê de teqezî bi pêwîstiya mezinkirina têkoşîn û berxwedanê heta azadkirina rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hat kirin.

(şx)

ANHA